Bîlançoya ziyanên êrişên dawîn ên dewleta Tirk hat aşkerakirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi civîneke çapemeniyê bîlançoya ziyanên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên navbera 5 û 9′ê Cotmehê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine, aşkera kir.

Civîna çapemeniyê li hola Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin, bi dehan sazî û dezgehên çapemeniyê ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarê bûn û daxuyaniyek hat dayîn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis bi amadebûna nûnerên ji Gerînendetiya Sotemenî, Desteya Şaredariyan, Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan, Daîreya Têkiliyên Derve ya ya Rêveberiya Xweser û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bîlançoya ziyanên êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ji raya giştî ya herêmî, cîhanî, rêxistinên mirovî û hiqûqî re hat aşkerakirin. Li gorî wê:

17 sazî û cihên gazê û petrolê hatin hedefgirtin, ji ber wê zêdetirî 5 milyon welatiyên herêmê zirar dîtin. Ji wan avahiyên hatine hedefgirtin stasyona Siwêdiyê ku kehrebê û gazê dide tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha cihên din ên li gundewarên Tibespiyê, Çilaxa û Dêrikê jî hatin hedefgirtin.
11 cihên stasyonên kehrebeyê hatin hedefgirtin, zêdetirî 2 milyon kesên li Hesekê, Amûdê, Rimêlan, Tirbespiyê, Qamişlo, Dirbêsiyê û gundewarên wê zirar dîtin.
2 cihên avê hatin hedefgirtin, di encamê de 18 stasyonên li herêma Cizîrê ji ber hedefgirtin û qutbûna kehrebeyê ji xizmetê derketin; ji wan stasyona Elokê.
2 nexweşxane li herêma Cizîrê û Kobanê bi temamî ji xizmetê derketin.
Xebatên perwerdeyê sekinîn, 48 navendên perwerdeyê hatin hedefgirtin û bi hezaran xwendekar bê perwerde man. Di êrişên dijî wan navendan de 2 zarok şehîd bûn, zarokek jî bi giranî birîndar bû.
3 saziyên pîşesaziyê li gelek herêmên Cizîr û Kobanê ji xizmetê derketin.
Akademiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a li herêma Rimêlan a Cizîrê ya taybet bi perwerdekirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi temamî hate wêrankirin. Bi wê re hewldan û kedên vê navendê yên ji bo parastina civakê ji hişbirê hatin sekinandin û bernameya parastin û hişyariyê hate betalkirin.
Bi giştî 104 cih, avahî, navendên kehrebe, petrol û perwerdê hatine hedefgirtin, hinek ji wan bi temamî wêran bûn û ji xizmetê derketin, zirarên madî di hinekan de pêk hatin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 5 heta 9′ê Cotmehê 580 êrişên hewayî û bejahî ji Dêrikê heta bi Şehbayê pêk anîn.

Encama êrişan: Di nav de zarok, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanên QSD′ê 44 welatî şehîd bûn, 55 jî birîndar bûn. Ji wana 29 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir in.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got ew têkoşîna xwe ya parsatina destkeftiyên gelê xwe û têkoşîna li dijî terorê dewam bike, her wiha xebata xwe ya ber bi avakirina tecrûbeya demoratîk ku pêşengiya yekitiya Sûriyeyê dike, pêk bînin.

Rêveberiyê bang li tevahî hêzên li Sûriyeyê yên aktîf, saziyên NY′yê, mafên mirovan û aktîvîstên civakî û sivîl kir ku helwestekê aşkera li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî vê herêmê û gel nîşan bidin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin ew israr in ku ji hêla komîteyên navnteweyî yên pispor ve lêpirsîneke aşkera, yekalî û zelal li hmber sûcên dewleta Tirk ên li vê herêmê pêk were.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser êrişa dijî nexweşxaneya li Xezayê şermezar kir û wekî sûcên şer bi nav kir û diyar kir: “Divê her kes li pêşiya vê yekê bisekine û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.”