Li bakurê suriya bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê turkê daketin qadan

kampaniya girtin û zordariyê li ser xelkên sivîl berdewam dike.
Li navenda Şiye (Şêx El-Hadîd) ya di bin kontrola grûpa Suleyman Şah (Emşat) de 2 kes hatine girtin û bi hinceta ewlekariyê û parastinê, bacên zêde avêtine li ser milletê deverê.
Grûpa Emşat xelk li gundên Xelîl, Çeqla û Qermitilq komkirin û derdora 1000 $ li ser wan ferzkirin.
Li filka Mi’ratiyê di nav şar de, 6 kes hatine girtin. Di nav wan de jinek jî heye.
Li rojavayê Helebê mêr û jineke bi 2 zarokan hatine revandin ji aliyê hinek çekdaran. Piştre xeberek şandine ku dê werin azadkirin piştî dayîna 1 milyon lîreyên sûrî.
Li gundê Keferzêtê nêzikî Efrînê, dizîn û ferzkirina peran li ser millet berdewam e ji alî grûpa El-Hemzat ya bi rêveberiya kesekî bi navê Ekrem El-Tedmurî ye. Ew grûpa roj bi roj û bêdistûr dikevine nav malên xelkê gund û dest bi dizîn û talankirinê dikin, ji alavên cotkirinê heya bettariyên sîstema rojê jî ji malên Ebûd û Ebû Hesen El-Ezîzî dizîne.
Li gundên Ba‘î û Burc Heyder yên bi ser Şêrewa ve diçin li aliyê çiyayê Leylûnê, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam ya di bi rêveberiya Hemza Ebû Zêd û Ebû Adil El-Heremên de nahêlin ku xelkên wan deveran çandiniya erdên xwe û çêrandina heywanên xwe li derdora gund bikin.
Li Ma’betlî grûpên çekdar êrîşî çend malan kirine û di encamê de 9 kes hatine girtin. 2 kes ji wan bi navên Ehmed Mistefa û Mihemed Elî Xoce ne.
Dîsa li Ma‘batlî kesek bi navê Mihemed Reşîd Tarî (66 salî) hatiye revandin ji alî çekdaran ve li gundê Brêmce.
Di heman mijarê de, grûpeke çekdar berî çend rojan kesek bi navê Xelîl Mihemed Koçer (40 salî) revandine li pêş mala wî ya li navenda bajarê Efrînê.
Berê jî grûpeke çekdar bi navê Ewlekariya Şoreşê kesên bi navên Mihemed Selah Sîdo, Mihemed Mistefa Sîdo (ji gundê Qotan), Mihemed Ehmed Ibrahîm (ji gundê Elî Karo) û Dawûd Elî Îbiş (ji gundê Kêla) revandine piştî ku 500 hezar lîreyên sûrî û otombîlên wan dizîne.
Li navenda Cindêrisê jî nişteciyek bi navê Ala’ Ebdulkerîm Şawîş hatiye kuştin.
Û li bajarokê El-Bab, mirovek bi navê Ebdûlcebbar Hemdo El-Salih hatiye kuştin ji alî grûpa Ehrar El-Şerqiye bê ku sedem diyar be.