Statîkên Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê di meha Adarê ya 2019an de

Binpêkirinên hêzên Turkiye û grûpên çekdar ên alîgerên wan berdewam in li deverên di bin kontrola wan de li Bakurê Sûriyeyê. Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê /Vdc-Nsy/ di meha Adarê ya 2019an de ev xalên li jêr belge kirine;

  • 87 sivîl hatin kuştin. 7 ji wan zarok bûn û 2 jî bi işkenceyên di zindanan de.
  • 188 sivîl hatin girtin, 4 ji wan hatin îşkencekirin.
  • 18 sivîl hatin revandin (fîdye).
  • 77 sivîl hatin birîndarkirin (êrîşên malan, bombeyên mayî û îşkencekirin).
  • 1051 bombebaranên ezmanî, erdî û hawin. 5 li gundan. 10 sivîl hatin birîndarkirin
  • Şerê navxweyî: 28 çekdar hatin kuştin di encama şerê di nav grûpên çekdar de.
  • 14 sivîl hatin kuştin li ser sînorê Turkiyeyê, 1 ji wan zarok bû û 11 jî jin bûn. 9 sivîl jî birîndar bûn.
  • Destdanîna li ser malan: 54 mal hatin birin. Hijmarek ji wan malan bûne zîndan, hijmarek din jî bûne navendên leşgerî yan mizgeft.
  • 1 (mal, firoşgeh û zevî) hat şewitandin.
  • 3 mal hatin rûxandin.
  • 18 gor hatin xerabkirin.
  • 1 dibistan bû navendeke leşkerî.
  • 8 zarok hatin kuştin û 17 jî birîndarbûn.

Raporta giştî ya binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê
Raporta navenda Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê /Vdc-Nsy/ di meha Adarê de, diyar dike ku rîtma tundûtîjî, cînayet, şerê navxweyî û teqînan bilind bûye li deverên di bin kontrola hêzên Turkiyeyê de. Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê /Vdc-Nsy/ ji meha Adarê 2018an heta dawiya meha Adarê 2019an ev xalên li jêr belge kirine;

  • 804 sivîl hatin kuştin, 19 ji wan bi işkenceyên di zindanan de.
  • 4868 sivîl hatin girtin, 584 ji wan hatin îşkencekirin.
  • 344 sivîl hatin revandin (fîdye).
  • 1165 sivîl hatin birîndarkirin (êrîşên malan, bombeyên mayî û îşkencekirin).
  • 1051 bombebaranên ezmanî, erdî û hawin. 41 li gundan.
  • Şerê navxweyî: 129 çekdar hatin kuştin di encama şerê di nav grûpên çekdar de.
  • 430 sivîl hatin kuştin li ser sînorê Turkiyeyê, 79 ji wan zarok bûn û 52 jî jin bûn. 340 sivîl jî birîndarbûn.
  • Destdanîna li ser milkiyetan: 1332 mal hatin birin. Hijmarek ji wan malan bûne zîndan, hijmarek din jî bûne navendên leşgerî yan mizgeft.
  • 61 (mal, firoşgeh û zevî) hatin şewitandin.
  • 58 mal hatin rûxandin.
  • 1280 gor hatin xerabkirin.
  • 51 dibistan bûn navendên leşkerî.