Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye

Ebû Hatîm Şakra, yek ji fermandarên rêxistina bi navê Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê derçûye. Navê Ahrar’uş Şarkkiyeyê bi gelek “sûcên şer” re derbas dibe û gelek caran mafên mirovan binpê kiriye.

Ebû Hatîm Şakra li beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navnetewî ya Artûklûyê xwendekar bû.

Şakra 6ê Hezîranê tevî merasîma derçûnê bûye. Li ser cibbeyê Şakrayî navê Ahmed (Îhsan Fayyad) el-Hayes hatiye nivîsîn.

Di fotografekî de tê dîtin ku Ebû Hatîm Şakra û komeke din tevî alaya Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ne.

Bikarhênerekî Facebookê jî peyamek weşandiye û diyar kiriye ku pismam/kurxalê wî Ebû Hatîm Şakra, derçûye.

Di lîsteya mieyideyan a DYAyê de ye
Ahrar’uş Şarkkiye bi kuştina Sekretera Giştî ya ya Partiya Siberojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê ve tê tohmetkirin. Her weha bi gelek kuştinên din ên sivîlan jî.

Wezareta Xezîneyê ya DYAyê di Tîrmeha 2021yan de ji ber sûcên ku kirine, Arhar’uş Şarkiye xistibû nav lîsteya kesên mueyide li wan tê kirin.

Yek ji wan kesên ku Wezaretê biryar derbarê wî de daye Ebû Hatem Şakra ango Ahmed Îhsan Fayyad el-Hayes, yê din jî pismamê wî Ebû Cafer şakra ango Raed Jassim al-Hayes (Raed al-Hayes) bû.

Di heman demê de Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî, ji ber çalakiyên wan, rêxistin bi “kirina sûcên şerî” töhmet kiribû.

Ebû Hatim Şakra di 23yê Çiriya Paşiyê ya 2020an de beşdarî civîna Îtîlafê ango Hevpeymana Netewî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê (SMDG) bûbû. SMDGyê wê demê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku endamên Hevpeymanê civiyane. Di fotografî de Ebû Hatem Şakra, li gel Serokê Hevpeymanê Nasir el Herîrî û endamên din ên Hevpeymanê rûniştibû.

Di Sibata 2019an de jî Ahrar’uş Şarkkiyeyê li ser hesabê xwe yê Twitterê fotografek weşandibû k udi wî fotografî de Ebû Hatem dihate xelatkirin. Li gorî zanyariyan, xelat li bajarokê Racoyê yê Efrînê ji hêla hêzên Tirkiye piştgiriya wan dike, hatiye dayîn.

Komek çekdarên di sala 2016an de ji Ahrar’uş Şamê veqetiyan, Arhar’uş Şarkkiye ava kirin. Di 12ê Çiriya Pêşiyê ya 2019an de navê wan di kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Siberojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê de derbas bû.

Li gorî nûçeyeke BBC erebiyê, di kuştina Hevrîn Xelefê de gelek delîlên xurt hene ku deste Arhar’uş Şarkkiyeyê heye. Lê rêxistin van tiştan nepejirîne.

Navê vê rêxistinê di raporên gelek saziyên navnetewî yên mîna Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî de derbas dibe ku li Efrînê gelek caran mafên mirovan binpê dike, sûcên şerî dike. Bi taybet jî êzidiyan direvînin û îşkenceyê li wan dikin.

Yek ji pêkhateyên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ye. Beşdarî gelek operasyonên ku Tirkiyeyê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye, bûye.

link