Saziyên êzidiyan bang li cîhanê kir ku gelên bakurê Sûriyê biparêzin

Sazî û rêxistinên êzidiyan ên li hundir û derveyî welat ji raya giştî ya cîhanê xwest ku li dijî planên Tirkiyê yên li dijî bakurê Sûriyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, Mala Êzidiyan a Cizîrê û Kombenda Êzidiyên Sûriyê li Almanyayê der barê gefên dewleta Tirk de daxuyaniyeke hevbeş de weşand.

Daxuyanî îro bi zimanên kurdî û erebî li Kampa Serdem a Şehbayê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryara vekişîna hêzên Amerîkayê rûyê dewleta Tirkiyê eşkere kirû wiha hate gotin: “Tirkiyê hema piştî daxuyaniyê got ew ê Kurdan li bakurê Sûriyê binax bikin. Ev rastiya hişmendiya Tirkiyê diyar dike. Tirkiye DAIŞ`ê wek teror nabîne, lê ew li dijî hêzên demokratîk ên di bin banê QSD`ê de û Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmenan şer dike.”

Daxuyaniyê bal kişand ser metirsiyên li dijî êzidiyan û rewşa êzidiyên Efrînê û wiha hate gotin: “Gundên me bûne cihê komên tundraw, bi darê zorê welatiyên me dibin mizgeftên ku li gundên me vekirine, hicaba îslamê bi darê zorê li jin û keçên me dikin, navên gundên me guhertin.”

Sazî û rêxistinên êzidiyan bang li cîhanê kir ku êzidî û hemû pêkhateyên herêmê biparêzin û li dijî siyasetên dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bi cih bînin û li herêmên bakurê Sûriyê qedexeya asmanî pêk bînin.

Her wiha di daxuyaniyê de ji dewleta Sûriyê hate xwestin ku sînorên xwe biparêze û rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bigire.