​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Hevserokên Nivîsgeha Edaletê şehîd bûn

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ragihand ku hevserokên Nivîsgeha Edaletê di encama hedefgirtina wan de ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve li nêzî navçeya Girkê Legê, şehîd bûne.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li ser hesabê xwe yê facebookê, ragihand ku hevserokên Nivîsgeha Edaletê di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bûne.

Meclisê li ser hesabê xwe yê facebookê wiha nivisî: “Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê şehîdbûna hevserokên Nivîsgeha Edaletê; Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero radigihîne ku di encama hedefgirtina wan de ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve, şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdan re dixwazin û soza meşa li ser şopa wan didin.”