Ferhad Merdê: Vîna me nayê şikandin

Hunermend Ferhad Merdê têkildarî êrişa ku duh ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li hemberî seyareya wan pêk hatiye, got “Dagirkeriya Tirk bi van êrişan dixwaze welweleyekê bixe nava gel, lê nikarin vîna me bişikînin.”

Hunermend Ferhad Merdê têkildarî êrişa ku duh ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li hemberî seyareya wan pêk hatiye, ji anjansa me re axivî.

Ferhad Merdê di destpêke de ji hemû kesan re ku pirsa wan kirine, spas kir û anî ziman ku rewşa wan baş e. Her wiha Merdê, ji malbata hevalê wan ê şehîdbûyî re sersaxî xwest û got: “Hevalekî bi navê Dirar ku di bûyerê de bi me re bû, şehîd ket. Hevalê şofor bû. Hevalekî ji malbateke hêja bû. Em ji bo karekî diçûn, lê di encama vê êrIşê de ev heval şehîd ket. Ez sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim.”

Merdê anî ziman ku ji bo faşîzma Tirk êrişên bi vî rengî bûye çandek û got: “Dagirkeriya Tirk ne tenê leşkeran, her kesî dixe armanca êrişên xwe, bi van êrişan dixwaze welweleyê bixe nava gel. Lê nikarin vîna me bişikînin. Em bi axa xwe ve girêdayî ne û vîna me nayê şikandin.”

QSD’ê daxuyandibû ku êrişa ku duh di seatên nîvro de li ser rêya M4 ya Tirbespiyê, tê de endamekî wan bi navê Dirar Cuma Hemze şehîd ketiye û helbestvan Ferhad Merdê jî di nav de, 2 endamên wan jî birîndar bûne.