Zeviyên Gulle Digihinê Nayên Çandin

Cotkaran ji gulleyên cendirmeyên Tirkiyê biparêzin

Bi heraftina abûriya Sûriyê bi giştî û zêdebûna metirsiya nêza û birçîbûnê her weha metirsiya belavbûna vîrûsa Covid 19, operasyonên armanckirina cendirmeyên Tirkiyê ji cotkarên herêma Cizîrê ya Sûryayê re zêde dibin, dêmek li çi zeviyê ku gulleyên cendirmeyan digihinê çandinî nabe

Tevî ku herêma cizîrê ji destpêka şerê li Sûryayê weke devereke aram hatiye nasîn lê dîsa jî piraniya gundên li ser sînorê Tirkiyê di tirs û nearamiyê de dijîn, sedem jî êrîşên artêşa tirkiyê yên berdewam li dijî çi kesê ku di wê deverê re derbas dibe nexasim ew cotkarên bi keser li zeviyên xwe yên ku newêrin biçînin dinêrin, tevî tirsa nêzayê ya pêşbênîkirî

Mihyedîn Ebdilrezaq (53 sal) kurdekî Sûrî ye ji gundê Dêrna Axê li gundewarê bajarê Dêrikê li parêzgeha Hesekê ye, bi gulleyeke cendirmeyên Tirkiyê jiyana xwe jidest da, gunehê wî jî ew bû ku di avdan û cotkirina bexçeyê xwe yê 400 mitreyan ji sînorê Tirkiyê dûr e kar dikir

Roja Yekşemê 17/05/2020 demjimêr 03:30 piştî nîvroyê dema ku Mihyedîn ligel nuxuryê xwe bi terektorê zeviyê xwe cot dikir bi guleyeke cendirmeyan hat armanckirin û bo nexweşxaneya bajarê Girkê legê hat guhestin, lê li wir jiyana xwe jidest da

Mihyedîn Ebdilrezaq bavê 3 kur û 9 keçan e û ji berhemên çandiniyê xwe û malbata xwe xwedî dikir

Ji bilî karesta ku bi serê malbat û zarokên Mihyedîn de hat tirsek mezin di nav nişteciyên gund de belav bû

Ev bûyer ne a pêşî ne jî ya dawî ye ji aliyê cendirmeyan ve, lewra tirs û nearamî li cem welatiyên li wan gundên ser sînorê Tirkiyê zêde dibe û ev yek bandoreke neyinî li ewlehiya xwarinê li tevaya Sûryê dike

Ji boyî rawestandina van êrîşên cendirmeyan li dijî niştecî û cotkarên gundên sînorî û sizakirina tewanbaran, bi me re tevbigerin

Bi me re tevbigerin û ji hikûmeta welatên xwe bixwazin ku fişaran li desthelatên Tirkiyê bikin da ku êrîşên xwe yên berdewam li dijî welatiyên destvala û cotkaran li wan gundên sînorî rawestîne

Ji Amerîka û Rûsyayê weke du garantorên sereke di hevrêziya ligel desthelatên Tirkiyê bixwazin ku sînorekî ji binpêkirinên di zevî û gundan de dibin  re deynin 

Pêwîst e rûbere vebin û welatî her weha cotkar bi azadî di zevî û pîşeyên xwe de kar bikin, madem ku ew ji sînorê Tirkiyê re nabin metirsî