Zarokekî Efrînî bang li rêxistinên mirovî û NY dike

Xwediyê zarokekî Efrînî yê 4 salî ku di encama êrîşeke artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de birîndar bû û ronahiya her du çavên xwe winda kirin, bang li rêxistinên mirovî, yasayî û pêwendîdar dikin, bi alîkariya wan ve bên û çareseriyekê li cavên zarokê wan bikin.

Dayika Cuma, Fewziyê Ebdo ji K24ê re got, sala bûrî dema êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ew ligel hejmarek ji gundiyên xwe bi otombîlê ji gundê xwe dihatin Efrînê, di rê de ew rastî êrîşeke firokeyên Tirkiyê hatin, di encamê de zarokê wê yê 4 salî Cuma bi giranî birîndar bû û ronahiya her du çavên xwe winda kirin.

Piştî wê bûyerê, Cuma li nexweşxaneya Efrînê hin çareseriyên seretayî wergirtin, lê ji ber kêmbûna karînên nexweşxaneyê, Cuma bo nexweşxaneyên Helebê hate veguhastin. Li Helebê hin birînên Cuma hatin dermankirin, lê ronahî venegerî çavên wî.

Tolîn Hesen ku çalakvaneke xwebexş e, niha Cuma ligel malbata wî biriye welatê Libnanê û li deriyê nexweşxane, rêxistinên mirovî, rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî û konsolxaneyên welatan dide, ji bo bi hawara zarokê 4 salî Cuma ve werin û çareseriyên pêwîst jê re bikin.

Tolîn Hesen ji K24ê re diyar kir, ew ji 3 mhan ve li Libnanê ne û Cuma biriye gelek nexweşxaneyan, lê bijîşkan pê re gotine ku neştergeriya ku pêwîst e ji Cuma re bê kirin, li Libnanê gelekî zehmet e û bireke mezin ji pereyên pê gerek e û rêjeya serkeftina wê neştergeriyê jî ne kêm e. Li nexweşxaneyên Ewropayê hêvî heye ku neştergerî jê re were kirin û Cuma karibe careke din bibîne. 

Tolîn dibêje, wê û malbata Cuma ve li deriyê gelek rêxistinên mirovî, rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî û konsolxaneyên welatan ên li Libnanê dane, lê ta niha ti bersivên erênî wernegertine.

Tolîn û malbata zarokê Efrînî Cuma bi riya Kurdistan24ê re bang li hemû dezgehên xêrxwaziyê rêxistinên mirovî, rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî ve dikin, ku hawara Cuma ve bên û neştergeriyên pêwîst jê re bikin, ta Cuma careke din bi çavên xwe karibe bibîne.

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê de, zêdetir ji hezar welatiyên sivîl bûn qurbanî û gelek birîndaran jî çareseriyên tenduristî yên pêwîst wernegirtine û bi birînên xwe re çîrokên êş û azarê dikişînin.