Çi li Efrînê rû dide

Welatiyeke jin ji xelkên Efrînê û dayika 5 zarokan (M.M) reftara çekdarên dewleta Tirkiyeyê beramberî welatiyên devera Efrînê aşkere dike. Ajansa Hawar govanîdana wê belav dike û tê de dibêje ku çawa ew tevî malbatê vegeriyane cih û warê xwe piştî ku grûpên çekdar soza vegerandina mal û milkên wan dabûn.
(M.M) dibêje; “Ketîba Liwa el-Şemal vegera me pejirand lê Firqeya Sultan Mûrad tevî Ketîba Şemal êrîşî mala me kirin û em jê derxistin, baltûza min girtin û piştî 28 rojan serbest kirin. Di wan 28 rojan de ew rastî îşkenciyê hatibû û li cihekî tijî mar û mişk bû“.
“Ez bi keça min (14 salî) gefkirim û gotin; heger tu keça xwe bidî me, em astengiyan ji we re çênakin“.
(M.M) berdewam dike û dibêje; “Nikaribûn keça min bibin lê kurekî min 16 rojan zîndankirin û piştre kurê min ê din 15 rojan zîndankirin. Ez mecbûr kirim ku peywendiyê bi mêrê xwe re bikim û pereyan jê bixwazim heta em werin berdan“.
Li mile din, (M.M) çîroka 2 jinên 50 salî got ku çawa çekdarên dewleta Tirkiyeyê êrişî mala wan kiriye û ew herdu îşkence kirine bi dirêjiya 24 rojan û bi şeweyekî sadî û wehşî.