Bakurê Sûriyeyê: 6 teqîn li deverên di bin kontrola Tirkiyeyê de

Deverên di bin kontrola dewleta Tirkiyeyê de di bin aloziyeke bêhempa de ne. Rîtma teqînan li hemû wan deveran rojane zêde dibe ji ber nakokiyên di navberî çekdarên dewleta Tirkiyeyê.
Li hêla devera Efrînê, bombeyeke mayî teqiya li ser rêya Cindêrisê û di encamê de 2 welatî birîndar bûn ji bilî ziyanên madî. Teqîneke din di nav bajêr de çêbû û di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Li navenda bajarê Efrînê de jî welatiyek hat kuştin û yek din jî birîndar bû piştî teqîna bombeyeke din.
Li hêla Cerablûsê, çend teqîn çêbûn ji sibeha duh de bê ku sedem an encamên wan teqînan diyar bin.
Li hêla bajarê Babê jî, fermandarê komeke çekdar giran birîndar bû piştî êrîşkirina li ser otombîla wî ji alî komek çekdarên din.