Dewleta Tirkiyeyê gundewarên bajarê Helebê bombebaran dike

Hêzên dewleta Tirkiyeyê dîsa gundewarên bajarê Helebê bombebaran kirin û di encamê de welatiyek birîndar bû û xaniyak hat hilweşandin li gundê Oqîbe. Li hêla Şêrewa jî, 2 xanî hatin hilweşandin ji bilî ziyanên madî.