Efrîn: Şerê di navbera ketîbeyên alîgerên turkiya berdewam e

Di encama şerê navxwe de li devera Efrînê di navbera 2 ketîbeyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê ve 2 sivîl birîndar bûn. Ji berê de şer û pevçûn di navbera wan ketîbeyan de hebû bi sedemên corbicor lê vê carê sedem parvekirina mal û mulkîyetên xelkên Efrînê bû, yên ku hêzên dagirker dest dane li ser. Herweha rêya di navbera bajarê Efrînê û Keferceneyê de jî hate girtin ji ber şerê wan ketîbeyan.