Bitirî 64 sivîlan li Efrînê hatin zîndankirina Hildana agirê Newrozê bû sedema zîndankirina 64 sivîlan li Efrînê

Zîndankirina sivîlan li Efrînê berdewam e

Hemleta êrîşkirina li ser sivîlên bajarê Efrînê û gundewarên wê ji alî çekdarên dewleta Tirkiyeyê ve berdewam e û di 48 se‘etên dawî de nêzikî 64 sivîl hatine zîndankirin bi tuhmeta hildana agirê Newrozê û lidarxistina ahengên pîrozbahiyê.
Hemû rengên ahengan bi boneya cejna Newrozê li herêma Efrînê hatibûn qedexekirin ji alî Encûmenên Navendî li wir ên rasterast biryarên xwe ji hikûmeta Tirkiyeyê werdigrin. Herçendî ew dizanin ku ev cejneke pîroz e ji kurdan re, lê dîsa faşistî û nejadperestiya xwe li dijî kurdan nîşan didin.
Li hêla Cindêrisê, Şiyê, Basûtê û hin deverên din, grûpên çekdar bi hiceta hildana agirê di şeva cejnê de komek sivîl zîndankirin.
Li hêla Şiyeyê jî, grûpên çekdar komek sivîl revandin û fîdya wan wek 2000$ nîşan kirine heta werin serbestkirin. Berî demekê jî wan çekdaran pîreke 65 salî bi navê Fatme û kurê wê serbest kirin piştî standina fîdyê ji xwediyan û ew jî 2000$ bû. Komek sivîl jî li wir hatine serbestkirin ji alî wan çekdaran ve piştî wergirtina fîdyên wan.
Li hêla Şêrewe, polîsên leşgerî yên dagirker 4 sivîl ji malekê revandin û cihê wan heta niha nediyar e.
Beriya demekê, grûpên çekdar xelkên devera Rajoyê kom kirin û biryara qedexekirina Newrozê diyar kirin û li wir 12 sivîl girtin û xistin zîndanê. Heta niha jî çi agahî tine li ser rewşa Mihemed Sîdo yê ku li wir hatiye girtin ji alî çekdarên hikûmeta Tirkiyeyê ve pêş 11 mehan.
Sala par jî çeteyên dewleta Tirkiyeyê paykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin gava ku herêm dagirker kirin.