VÎDYO: Grûpên çekdar 2 leşgerên xwe îşkence dikin

Di vîdyoyekî nû de fermandarekî Firqeya Sultan Mûrad bi navê Ebû Ezîz 2 leşgerên xwe îşkence dike. Wek di vîdyo de diyar dike, ew herdû leşger ji xelkên gundewarên bajarê Şamê ne yên ku hatî Efrînê bi serpereştiya Rûsiya û Tirkiyeyê.

Jêderekî nêzikî herdû leşgeran aşkere kir ku; sedema rasteqîn ya îşkenceyê ne dizîna çekan e wekî di vîdyo de dibêjin lê rexnekirina fermandarê firqeyê ye.
Di vîdyo de dijûn û gotinên herî xirab di derheqê xelkê Şamê û gundewarên wê de têne gotin.