Dewleta Tirkiyeyê ahengên Newrozê li Efrînê qedexe dike

Dewleta Tirkiyeyê xwesteka rawestandina hemî ahengên cejna Newrozê li herêma Efrînê ferz dike. Encûmenên navendî li herêma Efrînê biryara qedexekirinê stand û bi fermî ragihand.
Biryara qedexekirinê rê li pêş ragihandinên berê hatî belavkirin ji alî hinek encûmen li herêmê digre û wan neçar û mecbûr dike ku wan ragihandanan betal bikin.
Newroz cejneke dîrokî û kultûrî ye bo kurdan û qedexekirina wê cejnê gaveke nejadperestî û faşistî ye li dijî kurdan. Ev biryara hewildaneke vemirandina agirê Newrozê di hundirê gelê herêma Efrînê ye. Dewleta Tirkiyeyê û çekdarên alîgerên wê jî dixwazin zihniyeta kurdên li deverê mayî biguhêrin wekî berê guhertina demografî li herêmê bi rê ve diçe.
Ew ne tenê li dijî PYD ne wek herdem radigihînin lê li dijî hemî kurdan in wek ku sala par paykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin gava ku herêm dagirker kirin û xelkê deverê bi çol û newalan xistin.