Kuştina 4 penaberan li ser sînor ji alî leşkerên dewleta Tirkiyeyê ve

Rojane bûyerên kuştina penaberên ku hewil didin derbasî Tirkiyeyê bibin derdikevine holê.
Di rojên dawî de leşkerên Tirkiyeyê 4 penaber ji malbatekê kuştine (3 penaber ji wan jin in) û 5 din jî birîndar kirine li hêla Dibêsiyeyê ya bi ser ve bajarê Hesekê ve diçe.
Dewleta Tirkiyeyê bi hêsanî penaberên berve sînorê wê ve diçin dikuje. Ne rêza mafên Mirovan digre û ne jî hesabê rêxistinên navdewletî dike.
Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê //Vdc-Nsy// ragihandiye ku: heya dema niha leşkerên Tirkiyeyê 427 sivîl kuştine û 331 jî birîndar kirine li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê, ji wan (78 Zarok in û 52 Jin in).