Leşkerên Tirkiyeyê 408 penaber li ser sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê kuştin 

Di 6 salên borî de leşkerên Tirkiyeyê /cendirme/ 408 penaber li ser sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê kuştind û rojane bûyerên kuştina penaberên ku hewil didin derbasî Tirkiyeyê bibin derdikevine holê.

Di 3 rojên dawî de leşkerên Tirkiyeyê 10 sivîl kuştine, hinek ji wan li aliyê Idlibê û hineke din jî li aliyê Efrînê bûn. Ew belengaz û rebenên ku ji ber şer direvine aliyê sînorê Tirkiyeyê mixabin bi guleyên leşkerên Tirkyeyê têne kuştin.

Dewleta Tirkiyeyê bi hêsanî penaberên berve sînorê wê ve diçin dikuje. Ne rêza mafên Mirovan digre û ne jî hesabê rêxistinên navdewletî dike.

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê //Vdc-Nsy// ragihandiye ku: heya dema niha leşkerên Tirkiyeyê 408 sivîl kuştine li ser sînor, ku ji wane (78 Zarokin û 45 Jinin) û 305 sivîl birîndarin.