Talankirina zeyta Efrînê ji aliyê Tirkiye yê ve

Di salên par de bazara cîhanê ya zeyta zeytûnan li Turkiye vebûye di riya Spaniya re.
Di 10 mehên dawîn de, Turkiye 37% ji mewsima zeytê firotiye Spaniya (derdora 40,000 ton). Nêzikî ribekî wê mewsimê ji Efrînê ye piştî ku dagirker kir di sala 2018 de û bi encama şer û bombebaranan de xelkê deverê çokber bûn û piştre Turkiye vegera wan qebûl nekir.
Parlementerekî bi navê Bernard Gohil di parlemana suriye de ragihandibû ku; “Li Efrîna dagirkerî darên zeytûnan talan dibine û zeyta wan dihêt firotine Spaniya ji alî Turkiye û milîsên alîgerê wê ve.”
Zeyta Efrînê ji zeytên herî baş e li Sûriye û yek ji sê hilberîna giştî ya welatê Sûriye ye. Hêzên çekdar dest dane li ser zeytê ye û li gor agahiyên dawîn ew zeyta bi 100 milyon dollar firtone bazirganên Turkan. Li Turkiye jî ew zeyta tevlî zeyta turkî dibe û di bin navên çewt û nediyar de dihêt firotin ji bilî qutkirina daran û firotana wan wek êzing.
Di kanûna sala par de wezîrê cotkariyê bi xwe ragihad ku Turkiye dest daye li ser mewsima zeyta zeytûnan li Efrînê û parlemantarên opsizyona hikûmeta Turkiye jî ev bûyera dabîn kiribûn.
Binpêkirinên hêzên Turkiye û milîsên alîgerê wê berdewam in herhal ji desdanîna li ser malan, talankirin, dizîn, girtina xelkê û koçberkirina wan û guhertina demografî ya devera Efrînê. Turkiye navên gundan, kolanan, dibistanan û derdoran diguhêre turkî, navê meydana Basim guhertiye Receb Teyib Erdogan ji bilî ferzkirina zimanê turkî li ser xelkê.
Hêja ye gotinê ye ku berî mehekê rojnemvanekî (James Badcock) di maplera THE TELEGRAPH de bûyerek belav kiribû li ser firoştina zeyta Efrînê ji alî Turkiye bo welatên Ewropî û di nav de Spaniya. James dibêje ku parlementerekî Swîsrî (Bernhard Guhl) hikûmeta Turkiye û milîsên alîger tewanbar kirine bi dizîna zeyta Efrînê û firoştina wê bo dewletên ewropî di bin navê xwe de û dê ew kara berdewam bibe.