Qurbanî di şerê navberî komên çekdar de li bajarê Babê

Şerê di navberî komên çekdar de ji nû ve dest pê kir piştî hefteyekê ji teqînên bi motorên bombekirî li navenda bajarê Babê de ji xeynî alozî û rewşa ewlekariyê nearam li wir.

Şerê vê carê di navberî endamên asayîşa bajêr û hijmarek çekdarên din de bû. Herdu alî jî di bin kontrola dewleta Tirkiyeyê de ne û di encamê wî şerî de 3 sivîl birîndar bûn, di nav wan de zarokekî 9 salî bû.


Di heman demê de, Wîzareta Çandê ya Tirkiyeyê ahengên hûerî lidar xist di nav çend dibistan û kampan de li deverên di bin kontrola Tirkiyeyê de li Bakurê Sûriyeyê. Armanca wan ahengan belavkirina ziman û çanda dewleta Tirkiyeyê li wan deveran bû.