Bakurê Sûriyeyê: Îdamkirina sivîlekî li deverên di bin kontrola Tirkiyeyê de

Grûpên çekdar welatiyek bi navê Salih Ebû Ras li nêzî devera Îdlibê îdamkirin bi tuhmeta ku peywendiyên bi dewleta Sûriyeyê re.
Endamekî malbata wî gotibû ku; çekdarên alîgerên Tahrir el-Şam Salih îdamkirin ji ber ew birêveberê komitiya lihevkirinê bi dewleta Sûriyeyê re bû.
Salih beriya 9 mehan hatiye girtin ji aliyê Tahrir el-Şam ve û di zîndana Îdlibê ya navendî de bû.
Tahrir el-Şam rojane welatiyan îdam dikin bi tuhmetên corbicor, bi taybetî yên ku pewendiyên xwe bi dewleta Sûriyeyê hene.