Daxuyanî bo raya giştî

Ji destpêka êrîşa tirk û fesîleyên sûrî yên çekdar ên girêdayî wê di 20.1.2018’an de ser herêma efrînê û ta niha dewleta tirk bi riya sûc û binpêkirinên ku bi awayekî yekser hêzên dagirkeriyê pêktînin û bi awayekî neyeser fermanan didin fesîleyên sûrî yên çekdar û derî li pêş binpêkirin û sûcên pêk tînin vekiriye ku hemû sûc û kiryar derheqê mirov, dar û kevir li herêma efrînê ji kuştin, revandin, êşkencekirin, veşartina bizorê, tundiya cinsî, desteserkirina mal û milkên giştî û taybet herwiha diziya kevneşûpiyên herêmê û wêrankirina mîrata çandî û dîrokî ya herêmê ku piraniya wê tevlî sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê dibin êku herçar êkeftinên cinêf a sala 1949 û herdu birotokolên sala 1977 lê hatiye zêdekirin tevî peymana Roma ya bingehîn a madeyên (6-7-8) a sala 1998 dibin pêk tînin siyasetên xwe yên li dijî gelan û şaristaniyên mirovî bi giştî berdewam dike.
Ev hemû sûc û kiryar ji bo kurdên li efrînê li ser axa xwe mane derwar bibin û pilanên xwe yên guhartina dîmogirafî ya giştî ya hevgirêkiya gelî bi riya tunekirina nasname û taybetmendiya kurdî ya herêmê û anîna bi sed hezaran ji hemewlatiyên ereb û tirkman ji çekdar û malbatên rêkeftinên lihevkirinê bi sîstema sûrî re bi pişgiriyeke Rûsî-Tirkî qebûlnekirine pêk tînin berdewam dike ku nêzî /400.000/hemwelatî di malên welatiyên efrînî yên hejimara wan nêzî /300.000/welatî kurd ji ber êrîşên tirkî koçber bûne de bicihbûne, piraniya welatiyên kurd ên koçberbûne li Şehbayê di kampên netewên yekbûyî û rêxistinên alîkariyê yên girêdayî wê yên asta herî kêm ji girîngiyê nedin van kampan de bicih dibin.
Berê rêjeya welatiyên kurd ên efrînî li herêma efrîn %96 derbas dikir lê piştî dagirkeriyê li hemberî rêjeya hemwelatiyan niha rêjeya welatiyên kurd li efrîn %25 derbas nake.
Ji ber dagirkeriya tirk bi pergal hejimarên mezin ji hemwelatiyan ber bi herêmê ve tîne berdewam e û ji ber pirbúna hejimara gel nema gund, navçe û bajerokên efrînê dikare hemwelatiyên din nava xwede bihewîne.
Dagirkeriya tirk bi hin rêxistinên xwe li piş perdeya xizmetên mirovî veşartine yên bingeha wê sîstema ixwanî ya îslamî ya cîhanî dimeşînin destyar bûye û kampên nebirê û pêkirî li tevahî herêmê avakirin tevî bidehan kamp wek(kampa Elbesme li gundê şadirê ji hêla komeleya Eleyş bikeramê ereb filestîn û komeleya Eleydî Elbeyda’i ya kiwêtî) ji bo dupatkirin û terxandina rastiya guhartina dîmogirafî û bihêlin ku hemwelatî ber bi herêmê ve werin û têde bicih bibin avadikin.
Ji sê salan ve dagirkeriya tirk hewil dide ku nasname û teşeya herêmê biriya guhatina navên kolan, holên giştî, nexweşxane, rakirina ala tirkî ser dibistan û saziyên fermî herwiha ferzkirina ola îslamî ser îzîdiyan, avakirina mizgeftan li gundên îzîdî bêyî ku li hember olan rêzdar bin û rengê nasnameya tirkî bide herêmê biguhêre, bi vî awayî zagonên navnetewî, mirovî û rêkeftinên navnetewî yên girêdayî wê li gorî madeya /49/ ji rêkeftina cinêf a çaramîn a sala 1949 û madeyê dudiyê ji peymana netewên yekbûyî ya sal 1945 dupatkirî binpê dike.
Piraniya kiryar û binpêkirinên dagirkeriya tirk û fesîleyên çekdar ên girêdayî wê derheqê şêniyên efrînê de pêk tînin bi armanca xwestina pereyan oprasiyonên revandin û kuştinê zêdekirin herwiha hewil dide ku xêzik û şûnwarên çand û şaristaniyê ku kurdîtiya herêmê di dîrokê de diyar dike bi riya xirakirin,dizî, buldozikirin û wêrankirina kevneşûpiyên herêmê wek(Endarê, Nebî hûrî û h.w.d) biguhêr e.
Em koçberên efrîn û rêxistinên mafî dibînin ku destwerdanên tirkî ji axa sûriyê re dagirkirin e ji ber tu fermanên resmî ji bo destwerdana dewletek din nehatiye dayîn û dagirkirina dewleta tirk ji herêmên sûriyê re netiştekî nûye ku berê Lîwa’i Iskendreûn a sûrî û perçeyek ji axa Qubirisê dagirkiriye.
Ji ber wê banga me ji Desteya Netewên Yekbûyî re heye ku dagirkirina tirkî bidawî bike û zextê bide ser wê ji bo ji bakurî sûriyê vekişe herwiha alûzî û nakokiyan bi aramî çareser bikin û hemberî vîn û îradeya gelê sûriyê rêzdar bin ku çarenûsa xwe bixwe diyar bike û çareseriyên siyasî ji aloziya sûriyê re pêşkêş bikin tevî daxwaza me ji dewleta sûriyê re ewe ku bi riya rola xwe ya siyasî di rêxistina netewên yekbûyî de li hemberî destwerdanên dewleta tirk bisekine û berevaniya xaka xwe bike.
Nemaze em dagirkirina tirkiyê ji axa sûriyê re binpêkirin û kiryarên wê yên qirêj ê di deheqê gelê sûriyê de pêk tîne û nakokiyan dixe navber pêkhateyên wê de bi taybet li efrîna dagirkirî şermazar dikin herwiha nûnerê dewleta tirk û nûnerê fesîleyên çekdar ên sûrî yên girêdayî wê ser binpêkirin û kiryarên darheqê gelê sûriyê de pêktînin ji bo wekhevî û dadmendî pêk were werin muhesbekirin.
Rêxistin û Saziyên li ser vê daxuyaniyê îmzekirine:
1- Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye
2- Yekîtiya Parêzeran li Herêma Efrînê.
3- Saziyên Civaka Sivîl li Herêma Efrînê.
4- Kongira Star li Herêma Efrînê.
5- Rêxistina Heyva Sor a Kurd.
6- Desteya Zagonî ya Kurdî.
7- Rêxistina Mafên Mirovan li Firatê.
8- Kurdish antenna network.
9- Afrin media center.
10-Navenda Belgekirina Binpêkirinên Bakurî Sûriyê.
11- Komeya Gelên Gefkirî- Elmaniye.
12- Rêxistina Mehabad a Mafên Mirovan MOHR.
13- Navenda Lêkolîn a Xwendin û Lêgerînên Zagonî – Elmaniye.
14- Saziya Îzîdîne ya Ragihandinê.
15- Toreya Efrîn Post a Ragihandinê.
16- Rêxistina Civaka Sivîl a kurd li Ewropayê.
17- Rêxistina Elwetan Eldayi.
18- Rêxistina Canî Rojava ya Alîkariyên Mirovî.
19- Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê.
20- Yekîtiya Parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriye.
21- Însiytîfa Berevaniyên Zagonî – Sûriye.
22- Yekîtiya Parêzeran li Herêma Cizîrê.
23- Navenda Lêkolîn û Parastina Jin li Sûriyê.
24- Yekîtiya Îzîdiyên li Herêma Efrînê.
25- Yekîtiya Îzîdîyên Sûriyê.
27.5.2021