Li Efrînê di mehekê de 50 kes hatine kuştin, 130 hatine girtin

Li gor raporekê li Efrînê di meha Tîrmehê de 50 kes ji aliyê grûpên çekdar ve hatine kuştin û 130 kes jî hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, di rapora xwe ya Tîrmeha 2019an de radigihand ku li Efrînê, 50 kes ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve û deverên ‘Mertala Firatê’ hatine kuştin û 130 kes jî hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê di rapora de dibêje ku di Tîrmeha borî de 50 kes li herêma Efrînê û deverên ‘Mertala Firatê’ hatine kuştin ku 6 ji wan zarok in û 4 kes jî di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Herwha tê ragihanin ku 130 kes ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, li Efrînê û deverên ‘Mertala Firatê’ hatine girtin û ji 20 kesan fidye li beramber berdana wan hatiye xwestin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dibêje di Tîrmeha bihorî de, 26 bûyerên teqînan li herêma Efrînê û deverên ‘Mertala Firatê’ çêbûne.

Di wan 26 bûyerên teqînan û di girtina ser malan de, 133 kes birîndar bûne, ku di nava wan de 19 zarok hene.

Li gor raporê Artêşa Tirkiyê 18 caran deverên li Rojhilatê Firat û Şehbayê topbaran kirine û di encamê de ji bilî ziyanên madî, kesek hatiye kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.

Di Tîrmeha borî de, 26 şer û pevçûnên navxweyî, di navbera grûpên çekdar bi xwe de çê bûne, ku di encamê de 19 çekdar hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Herwiha tê ragihandin ku 12 penabrên Sûriyê li ser sînorê di nabera Sûriyê û Tirkiyê de, ji aliyê pasevanên Tirkiyê ve hatine kuştin.