Efrîn: Girtina 20 sivîlan di 2 rojên dawî de

Grûpên çekdar ên alîgerên dewleta Tirkiyeyê binpêkirinên li dijî mirovahî berdewam dikin li devera Efrînê.
Li hêla gundê Gobik, komên çete êrîşî malên sivîlan kirine û di encamê de 9 gundî girtine.
Li hêla gundê Afraz, 7 sivîl hatin girtin bi destê wan kom û grûpên çete.
Li gundên Şêx Kele û Qitmê jî, 5 sivîl ji 2 malbatan hatin girtin.
Bi girtina van 20 sivîlan li Efrînê, hijmara girtiyan digihe 4898 sivîlan, 584 ji wan rastî îşkenceyê hatine li gorî statîkên Navenda VDC-NSY.