124 rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyeke hevbeş qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û bang li NY`yê û civaka navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ku li gorî pîvanên dabeşkirina avê tevbigere.
Di daxuyaniya rêxistinên civaka sivîl de wiha hate gotin: “Peymanên dabeşkirina avê mijareke pirr girîng e di têkilêyn navneteweyî de û cîrantiya di navbera dewletên ku ava çeman diherika erdên wê. Di heman demê de dozeke hiquqî ye, ji ber ku îşaretê bi rêzgirtina ji mafên gelên vê welatan re ji aliyê hemû dewletên têkildarî ve dike. Doza avê bi xurtî îşaretê bi hewcedariyên welatiyan a ji avê re dike ku aborî, xwarin û vexwarina xwe pê dike.
Di pêvajoya salên derbasbûyî de dewleta Tirk sûd ji rewşên karesatî yên Sûriyê tê re derbas dibe, girt û ji hundirê sînorê xwe ava Firatê veguherand bendavan. Di encama vê siyasetê de ava Firatê ya ku digihaşt Sûriyê û Iraqê kêm bû. Li gorî peymana dawî ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ya 1987`an, rêjeya avê di çirkiyekê de ji 600 metrekab daket kêmî asta avdanê û kişandina ava vexwarinê di saniyê de bû 200 metrekab, vê jî bandor li jiyana civakên ku debara xwe bi ava Firatê dike kir, jê Cizîra Sûriyê û li Iraqê jî bi awayekî karest pêk tê, nexasim ku mewsima hişkirinê li her du welatan dest pê kiriye. Li aliyekî din jî kesên pispor miqdara zirara dê bigihêje popbeyan û projeyên li ser avê çêbûne diyar kir.
Li herêma Cizîrê ya Sûriyê zêdetirî çar milyon mirov dijîn ku debara xwe bi çandinî, pîşesazî û dayîna kehrebê ya ji Bendavên Firat, Tişrîn û Baasê bi ava Firatê dikin û ava xwe ya vexwarinê jî ji wir werdigere, ji ber vê yekê niştecih zehmetiya kêmbûna avê ya di mewsima buhar, havîn û payîzê de dikşîne, ji ber ku desthilata Tirkiyê nahêle ava Firatê ya jê ava Firatê diherike qut dike, di demekê de ku îsal baran zêde nebariyaye û erd hişk bûye, zêdegaviyên Tirkiyê ya ji parên Sûriyê û Iraqê re ya ji ava Firatê re dê bi awayekî karestî bandor li jiyana şêniyên van herêman bike.
Divê hikumeta Tirkiyê li siyasetên xwe yên li hember dewletên cîran û pabenbûna bi mîsaqên dabeşkirina ava bi Sûriyê û Iraqê re veger, da ku belavkirina avê adile be, bi taybet ku şêniyên van herêman ji ber rewşên dijwar, berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê û acizbûna saziyên tenduristiyê li herêmên wan gelek azaran dikişîne, bi wê re jî pirsgirêka kêmbûna avê ya ji çend salan ve zêde dike.
Em wek rêxistinên civaka sivîl sûcên hikumeta Tirkiyê şermezar dikin û bang li NY’yê û civaka navneteweyî dikin ku zexteke cidî li hikumeta Tirkiyê bikin ku pabendî qanûnên dabeşkirina avê û pêdiviyên civakên li Sûriyê û Iraqê di ber çavan re derbas bike û gefan li jiyana şêniyan nexwe, bi taybet li pêşiya me mewsimeke dirêj a ziwabûnê heye.”
Rêxistin û komeleyên ku îmze kirine wiha ne:
1-GAV a Alîkarî û Geşkirinê
2-Yekitiya Cotkarên Tebqa
3-Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê
4-Yekitiya Endazyarên Cotkar
5-Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriya
6-Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriye
7-Yekitiya Mutehidên Reqa
8-Hêviyeke Baştir ji Tebqayê re
9-Avakirina Rêveçûnê
10-Daxmaya Xêrê
11-Beyt El-Muwatene
12-Pêl-Pêlên Sivîl
13-Taa El-Merbota
14-Task a Geşkirinê
15-Ronahî TV
16-Zanîngeha Rojava
17-Pirên Hezkirinê yên Geşkirinê
18-Komeleya Xaka Aştiyê
19-Komeleya El-Bereke
20-Komeleya Jiyan ji bo Sûriyê
21-Komelya Diyar
22-Komeleya Yasmîn
23-Komeleya Cûdî ya Alîkar û Geşkirinê
24-Komeleya Comerd a Xêrê
25-Komeleya Pêngav
26-Komeleya Xunav a Alîkarî û Geşkirinê
27-Komleya Dicle ya Parastina Jîngehê
28-Komeleya Soz a Alîkarî, Geşkirin û Parastinê
29-Komeleya Bakur a Xêrê
30-Komeleya Bakur a Xêrê ya Alîkarî û Geşkirinê
31-Komeleya Lênirîna bibaldar
32-Komeleya Medya ya Geşkirinê
33-Komeleya Nûjîn a Geşkirina Civakê
34-Komeleya Xweparastinê
35-TEV-DEM’ê
36-Jiyana Baştir
37-Dan a Alîkarî û Geşkirinê
38-Weqfa Hevdestî
39-Weqfa Jîn a Jinan
40-Weqfa Newroz a Çanda Civakê
41-Roz a Piştevanî û Xurtkirinê
42-Aştî ya Geşkirinê
43-Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê
44-Soldertî
45-Ciwan Oksojîn e
46-Ciwan ji bo guhartinê
47-Tora “Efrîn Post” a Nûçeyan
48-Tora Pêşengiyên Aştiyê
49-Tora Çalakvanên Rojava
50-Şîrketa IRC a Avahiyan
51-Şîlan a Alîkarî û Geşkirinê
52-Çêkweên Hêviyê
53-Dayîna Firatê
54-Sibe Baştir e
55-Odeya Endazyarên Reqa
56-Koma Hêviyê ya Mirovahî
57-Koma Firatê ya Tenduristî ya Têkoşîna li dijî COVÎD-19’an
58-Koma Lêdana Dil
59-Kilawid
60-Marî ya Geşkirinê
61-Kovara Ehram a Erebî
62-Meclisa Jinan a Sûriyê
63-Navenda Aso ya Şêwir û Lêkolînên Stratejîk
64-Navenda Misirê ya Erebî ya Mafên Mirovan
66-Navneda Lêkolînan a Amûdê
67-Navenda Belsem a Zanakirina Tenduristî
68-Navenda Jan a Piştvaniya Astengdaran
19-Navenda Silav a Çalakiyên Sivîl
70-Navenda Mîtan a Vejandina Civaka Sivîl
71-Nexweşxaneya Firatê
72-Bi her e ji bo Cirniyê
73-Bi hev re ji bo Dêrazorê
74-Dikeya Saziyên Civaka Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
75-Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê
76-Rêxistina Partners a Naveneteweyî ya Alîkarî û Geşkirinê
77-Rêxistina Aşna ya Geşkirinê
78-Rêxistina Atyaf
79-Rêxistina Avakirina Mensore
80-Rêxistina Afaq a Aştiyê ya Geşkirinê
81-Rêxistina Cizîrê ya Alîkarî
82-Rêxistina Navneteweyî ya Piştevaniya Qurbaniyên Şer û Karesatan
83-Rêxistina Recaa ya Alîkarî û Geşkirinê
84-Rêxistina Soz
85-Rêxistina Firatê ya Alîkarî û Geşkirinê
86-Rêxistina Çar Demsalan
87-Rêxistina Pêşerojê ya Geşkirinê
88-Rêxistina Hêvî ya Baxozê
89-Rêxistina Însaf a Geşkirinê
90-Rêxistina Înaş ya Geşkirinê
91-Rêxistina Înmaa ya Cizîrê
92-Rêxistina Înmaa ya Firatê
93-Rêxistina Enwar a El-Xed
94-Rêxistina Besmet Emel Firat
95-Rêxistina Mizgîniyên Xêrê
96-Rêxistina Daxmeya Hêviyê
97-Rêxistina Terahum a Geşkirin û Dayînê
98-Rêxistina Hevkarî ya Geşkirin
99-Rêxistina Pîşesazên Hecînê
100-Rêxistina Xewna Geşkirinê
101-Rêxistinên Henîn a Firatê
102-Rêxistina Pêngavên Geşkirina Civakê
103-Rêxistina Doz
104-Rêxistina Rewafid
105-Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşkirinê
106-Rêxistina Zendan a Geşkirinê
107-Rêxistin Zendên me ya Alîkarî û Geşkirinê
108-Rêxistina Teyf
109-Rêxistina Dayîna Baxozê
110-Rêxistina Vegerê ya Geşkirinê
111-Rêxistina Koma Hevkarî ya Şêniyan
113-Rêxistina Koma Çêkerên Pêşerojê
114-Rêxistina em bi we re ji bo Geşkirinê
115-Rêxistina Armanca Mirovahiyê
116-Rêxistona Nûrcan a Geşkirinê
117-Rêxistinê Hêvî ya Alîkarî û Geşkirinê
118-Rêxistina Ciwanên Xweşbîniyê
119-Saziya Totel a Alîkarî û Geşkirinê
120-Nercis
121-Sendîkaya Rojnamegerên Danîmarkî
122-Heyva Sor a Kurd
123-Endazyarî ji bo Xizmetguzariyê
124-Desteya Jinan