Binpêkirinên hêzên Turkiye û grûpên çekdar ên alîgerên wan berdewam in li deverên di bin kontrola wan de li Bakurê Sûriyeyê. Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê /Vdc-Nsy/ di meha Adarê ya 2019an de ev xalên li jêr belge kirine;
- 87 sivîl hatin kuştin. 7 ji wan zarok bûn û 2 jî bi işkenceyên di zindanan de.
- 188 sivîl hatin girtin, 4 ji wan hatin îşkencekirin.
- 18 sivîl hatin revandin (fîdye).
- 77 sivîl hatin birîndarkirin (êrîşên malan, bombeyên mayî û îşkencekirin).
- 1051 bombebaranên ezmanî, erdî û hawin. 5 li gundan. 10 sivîl hatin birîndarkirin
- Şerê navxweyî: 28 çekdar hatin kuştin di encama şerê di nav grûpên çekdar de.
- 14 sivîl hatin kuştin li ser sînorê Turkiyeyê, 1 ji wan zarok bû û 11 jî jin bûn. 9 sivîl jî birîndar bûn.
- Destdanîna li ser malan: 54 mal hatin birin. Hijmarek ji wan malan bûne zîndan, hijmarek din jî bûne navendên leşgerî yan mizgeft.
- 1 (mal, firoşgeh û zevî) hat şewitandin.
- 3 mal hatin rûxandin.
- 18 gor hatin xerabkirin.
- 1 dibistan bû navendeke leşkerî.
- 8 zarok hatin kuştin û 17 jî birîndarbûn.
Raporta giştî ya binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê
Raporta navenda Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê /Vdc-Nsy/ di meha Adarê de, diyar dike ku rîtma tundûtîjî, cînayet, şerê navxweyî û teqînan bilind bûye li deverên di bin kontrola hêzên Turkiyeyê de. Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê /Vdc-Nsy/ ji meha Adarê 2018an heta dawiya meha Adarê 2019an ev xalên li jêr belge kirine;
- 804 sivîl hatin kuştin, 19 ji wan bi işkenceyên di zindanan de.
- 4868 sivîl hatin girtin, 584 ji wan hatin îşkencekirin.
- 344 sivîl hatin revandin (fîdye).
- 1165 sivîl hatin birîndarkirin (êrîşên malan, bombeyên mayî û îşkencekirin).
- 1051 bombebaranên ezmanî, erdî û hawin. 41 li gundan.
- Şerê navxweyî: 129 çekdar hatin kuştin di encama şerê di nav grûpên çekdar de.
- 430 sivîl hatin kuştin li ser sînorê Turkiyeyê, 79 ji wan zarok bûn û 52 jî jin bûn. 340 sivîl jî birîndarbûn.
- Destdanîna li ser milkiyetan: 1332 mal hatin birin. Hijmarek ji wan malan bûne zîndan, hijmarek din jî bûne navendên leşgerî yan mizgeft.
- 61 (mal, firoşgeh û zevî) hatin şewitandin.
- 58 mal hatin rûxandin.
- 1280 gor hatin xerabkirin.
- 51 dibistan bûn navendên leşkerî.