Erkên hevalên çekê

Me wek gelê Kurd li Sûriyê zilm û sitemkariya desthilata Baesê ya faşîst bi dehên salan kişand, nasnameya me ya neteweyî hat înkarkirin. Em ji gundên me qewitandin û Ereb li şûna me bi cih kirin. Bi sed hezaran xelkê me ji welatîbûna Sûriyê hatin derxistin. Ziman, çand, stran û cilûbergên Kurdî hatin qedexekirin. Em hatin cezakirin û bêle sebeb hatin kuştin. Li ser me nasname, ziman û çanda Erebî bi zorê hat ferzkirin. Her kesê ku li ber vê rabû, gef lê hatin xwarin, hatin girtin yan jî sirgûnkirin.

Hê jî em ji siyasetên Baesê yên faşîst xilas nebûne, niha jî ev siyaset bi êrişên komên Îslamî, komên cîhadî yên tundraw û terora DAIŞ’ê û cebhet El-Nusra dewam dike.

Sala 2013´an Reqa ji Kurdan hat xalîkirin. Gef û êrişên wan li bajarên Kurdan yên weke Rimêlan, Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Dêrikê kêm nebû. Lê em bê deng neman, me yekîneyên xwe ava kirin û parastina herêmên xwe kir.

Me bi gelên din ên wek Ereb, Suryanî û Ermenî re jî ji bo ewlehiya tevahiya Sûrî bi cesaret û lehengiyeke mezin li dijî komên tundraw û bi taybetî rêxistinên El-Qaîde û DAIŞ’ê têkoşîneke dijwar kir. Şervanên me bi hişmendiya azadiyê destanên lehengiyê nivîsîn û bûn çavkaniya hêvî û baweriyê ji bo mirovahiyê.

Vê lehengiyê bala cihanê kişand û hemû awir zivirîn ser şoreşa Rojava û şervanên wê. Li ser vî esasî di navbera me û Koalîsyona Navdewletî de têkilî çêbû, piştevaniya asîmanî di şerê li dijî DAIŞ’ê de didin me. Piştre alîkarî di aliyê eskerî û şewirmendî de dan me û bi Koalîsyona Navdewletî re em bûn hevkarê şerê li dijî rêxistina hovane û terorîst li cihanê.

Me derbên giran li DAIŞ’ê xistin û hesabên ku hinek alî û dewletên herêmî ji DAIŞ’ê hêvî dikirin, bi bin xistin.

Di şerê me yê bi dirêjahiya 7 salan ê li dijî rêxistinên terorîst û tundraw de, 8 hezar şervanên me yên Kurd, Ereb û Suryan şehîd bûn. 8 hezar şehîd da ku em herêmên xwe, cihanê û mirovahiyê ji terora DAIŞ’ê xilas bikin, pêkhateyên herêmê ewle û di nav aştiyê de bijîn.

8 hezar şehîdên me çêbûn da ku zengilê dêran lêkeve û nimêj li dêr û mizgeftan were kirin, Kurd û Suryan bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivin, fêr bibin û dîroka xwe ya qedexekirî û veşartî nas bikin.

Me 8 hezar şehîd dan da ku cihan, welatên Ewrûpa û Emerîka tirsa ku çeteyên DAIŞ’ê xistibû dilê wan, di şahiyan de pê li sivîlan bike yan jî bi çekê êrişî rêwiyên di metroyan de bike, xilas bibin. Ev mirov hemû şehîd bûn, da ku êrişên li bajarê Nice, Parîs, Manchester, Bruksel, New York û Bostonê dûbare nebin.

Me li ser navê ve cihanê şer kir û li şûna wan qurbanî dan û tişta ku artêş, dewlet û hikûmetan nekarî bikin, me kir û me ya xwe bi ser jî xist.

Îro piştî ew qas êş û trajediyan, piştî şerê dijwar ê 7 salan, piştî bi hezaran şehîd, birîndar û penaberan, em mafdar in ku azadiya xwe bi dest bixin. Divê rêxistinên navdewletî, dewletên mezin û hêzên cihanî li hemberî bijarteyên me rêzê bigirin. Berpirsyartiya parastina gelê Kurd û pêkhateyên herêmê dikeve ser milê cihanê.

Îro Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, Koalîsyona Navdewletî, Emerîka divê daxwazên gelê Kurd û hêzên eskerî yên ku şerê li dijî terorê kir hurmetê raber bikin. Ji ber ku em hevalên çekê, dost, hevalbend û hevkarên rast yên şerê li dijî terorê ne.

Nirx û prensîpên exlaqî hene di navbera hevalên di yek xendekê de şer kirîn. Êdî ne ji aliyê exlaqî û ne jî ji aliyê hişmendiyê ve ku hevalê te yê çekê di şer de, nabe ku dest ji te berdin, nexasim te ji wî dijminî re berde ku dixwaze te tine bike. Nabe ku hevalên çekê yên rastîn, di çeperên şer de beriya serketina dawî dev ji te berde û vekişe. Ne tiştekî ji aqil e ku hemû destketiyên bi berdêlên giran, wisa bi hêsanî radestî wan aliyan bike ku terorê bi kar tînin, piştevaniya rêxistinên terorê dikin û hewl didin herêmê dagir bikin.

Bi ser dejî ew dizanin hê jî DAIŞ bi dawî nebûye, lewma ew berhema îdolojî, raman û baweriyekê ye ku dikare xwe jinûve ava û zîndî bike. Wekî din teror ne tenê DAIŞ´ê, bi dehan rêxistinên terorîst û tundraw yên weke El-Qaîde hene. Her wiha hê jî metirsî li ser Kurdan û pêkhateyên din û nexasim Xiristiyan û Êzîdiyan heye. Niha ku metirsiya ji DAIŞ ’ê bi dawî dibe, metirsiya dagirkeriya Tirkiyeyê û komên tundraw ên ser bi wê, li ser hebûna Suryanî, Ermenî û Êzîdiyan heye. Divê ji bîr nebe, pirraniya Xiristiyan û Êzîdiyan û hinek Kurdan ji ber komkujiyên Tirkiyeyê reviyan û penaberî Bakurê Sûriyê bûn.

Li aliyê din plana Îranê û milîsên wê yên Şîî yên tundraw jî metirsiyek e li ser Erebên Sunî û Kurdan. Planên Tirkiye û Îranê metirsiyê li ser ewlehî û aştiya herêmê û cihanê çêdikin. Azadî heqê gelên me ye, ji mafê wan e ku bi rûmeta xwe bijîn, bi çanda xwe bijîn, werin naskirin û ji aliyê navdewletî ve werin parastin. Lazim e ev gel ji însafa Îran û Tirkiyê re neyên hiştin, nabe ku ew careke din bên qirrkirin.

Êdî dixwazin tola terorîstan ji lehengên ku li şûna cihanê şerê terorîstan kirin, rakin. Piştî tinekirina vê hêza ku DAIŞ têk biriye, ti hêzeke din li Rojhilata Navîn nikare li pêşiya rêxistinên terorîst bisekine. Îro em bi hêvî ne ku hevalên çekê bi dostên xwe re ku qurbaniyên mezin di şerê li dijî terorê de dan û destkeftiyên dîrokî bi dest xistin, durist û dilsoz bin.

Ji erka hevalên çekê ye ku dest ji hevalên xwe yên şer bernedin û pişta xwe nedin wan. Divê azadiya gel û axa wan her wiha parastin û statuya wan di civaka navdewletî de misoger bikin. Wê demê tenê, hevalên çekê wê dilsozî, duristî û dadmendiya xwe îsbat bikin.

* Serşêwirmendê

POLAT CAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)