Dewleta Tirkiyeyê penaberên Filistînî li Efrînê nîştecih dike

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê navendek li bajarê Entabê vekiriye ji bo tomarkirina navên penaberên Filistînî. Plana navendê ew e ku wan penaberan li bajarê Efrînê bi cih bike.
Rêveberiya çavdêriya hundir a hikûmetê ragihandibû ku; ew navenda dê alîkariyê jî bide nêzikî 1500 malbatên Filistînî yên ku berê li bajarê Efrînê nîştecih bûne.
Çekdarên dewleta Tirkiyeyê gellek astengî li pêş vegera xelkên devera Efrînê çêdikin, ji îşkenceyê, revandinê, girtinê û kuştinê . Ev jî dibe sedemên nevegera xelkên deverê li aliyekî û guhartina demografî li bajarê Efrînê ya ku Tirkiyeyê dixwaze li aliyê din.
Piştî peymanên di navbera Tirkiyeyê, Rûsiya û hikûmeta Sûriyeyê, bi hezaran çekdar û malbatên wan ji gundewarên bajarê Şamê hatin Efrînê û li wir nîştecih bûn. Di nav wan de nêzikî 8000 Filistînî hene.