Têkildarî veguhestina buroyên rêxistinan li Eyn Îsayê daxuyanî

Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku veguhestina buroyên rêxistinan li Eyn Îsayê, armanc jê ew e ku ku kar û xebatên xwe bi lez bimeşînin.

Buroya Karûbarên Mirovî daxuyaniyek der barê veguhestina buroyên rêxistinan li Eyn Îsa da. Daxuyaniya Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a ku çavdêriya li ser xebata rêxistinan dike, wiha ye:

“Hin dezgehên çapemeniyê ji bo veguhestina buroyên rêxistinên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, ber bi bajarê Eyna Îsayê ve, li ser torên civakî gotegot belav kirin. Ev nûçe wekî ku ji ber herêma ewle û gefên Tirkiyê wek propaganda weşandin.

Li vir dixwazin bal bikişînin ser ku piraniya rêxistinên ku li herêmên Rêveberiya Xweser dixebitin, rêxistinên alîkariyê ne, piştevaniya koçberan dikin û ji bo rewşên awarte hene. Ji ber herêmên Reqa û Dêrazorê yên herî zêde pêdiviya wan bi alîkariyê heye, ji rêjeya ji sedî 80 – 100 ya alîkariya van rêxistinan li Reqa û Dêrazorê diçe û xwezayî ye ku buroyên xwe nêzî wan herêman bibin da ku karê wan hêsantir bibe.

Veguhestina buroyan ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve bi awayekî bilez heta îro tê kirin. Hin rêxistinan di plansaziyên xwe ya sala 2019’an de gelek projeyên xizmetguzariyê, çandinî û tendirustiyê li herêmên Kobanê, Serêkaniyê û Qamişlo danîne.

Em careke din teqez dikin ku divê rêxistinên mirovî karmendkirina dezgehên çapemeniyê yên siyasî nepejirîne û em wek buroyê vê karmendkirinê qebûl nakin û daxwaz dikin ku dezgehên çapemenî yên ku karê rêxistinan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin, werin muhasebekirin.”