Jineke ku ji zindana çeteyên Tirk xwe xelas kiriye … Kuştin, îşkence û sûcên bêexlaqiyê

Nadiya Silêman ji nava 11 jinên ku ji aliyê çeteyên Firqêt El-Hemzat ve li Efrînê hatine revandin. Nadiya behsa trajediya di zindanan û êş û azara ku her jinekê kişandiye kir.

Bi nêzikbûna salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê ku dikeve 18`ê Adarê, roj bi roj sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê zêde dibin.

Jina ciwan a bi navê Nadiya Silêman(1996) piştî dagirkirina Efrînê, bi hevjînê xwe re vegeriya Efrînê. Çeteyan di 25ê Gulana 2018an de hevjînê wê revand. Hevjînê wê piştî derbasbûna çend mehan, nameyek bideng ji Nadiya re rêkir û tê de diyar kiribû ku ew di zîndananke li bajarê Ezazê de ye, û dixwaz Nadiya serdana wî bike.

Li gorî Nadiya, serçeteyê bi navê Ebû Leys El-Heskawî, ew bir navenda istixbaratên leşkerî yên dagirkeriya Tirk û heta derengiya şevê li wir hişt û bi wê re lêpirsîn kir.

Nadiya bi domdarî got: “Piştî ku ez li gel istixbaratên Tirkiyê hatim ragirtin, kesekî bi zimanê tirkî bi min re axivî, lê min tiştek jê fêm nekir. Piştre ez birim odeyeke din ku 7 çeteyên rûgirtî tê de bûn. Li vir jî kesekî bi zimanê tirkî bi min re axivî û di ber re jî dest û zendên min keşif dikir.”

Nadiya da zanîn ku çeteyekî hewl da gelek caran destdirêjî lê bike, lê piştre ew birin zindakeke takekesî ku wekî sarincê bû. Li wir mehekê hate ragirtin. Nadiya wiha domand: “Di vê mehê de, êşkenceya cesedî, derûnî û destdirêjiya zayendî li min dikirin.”

Di Gulana 2020`an de, dîmenek li ser toreya civakî belav bû û tê de dîmenê 8 jinên ku ji aliyê çeteyên Firqêt El-Hemzat ve hatine revandin, derket holê. Nadiya jî yek ji wan jinên ku di dîmenan de derketine ye.

Piştî ku lêpirsîna 25 caran, çeteya Nadiya xistin odeyeke biçûk û piştre ew birin zindaneke ku tê de 40 girtî ji jin û mêr hene.

Nadiya da zanîn ku çeteyan ew birin zindana Firqêt El-Hemzat û ew xistin odeyekê ku berê 11 jin û du zarok tê de hebûn. Li gorî Nadiya navên jinên zindanê û herdu zarokan ev in: Loncîn Ebdo û xwişka wê Rojîn Ebdo, Nazlî Nesan, Roşîn Amonî, Rûken Menla Mihemed, Ferîde Hisên, Istêrban Ebdo, Valantîna Ebdo, Newroz Bekir û herdu zarok jî Îd û Orcan.

Nadiya di berdewamiya çîroka xwe de ev agahiyên bi êş parve kirin: “Gelek caran ji ber zexta pîskolojî, êşkcence û tecîza zayendî min hewl da dawî li jiyana xwe bînim. Lê piştre çeteyan bi porê min ez bi erdê re kişandim. Ez ji cilan, av, xwarin û heta çûyîna li tiwalêtê jî hatim mehrûmkirim. Piştre li serê min xistin û ez bi ser hişê xwe ve çûm. Dema ez şiyar bûm jî, min xwe li odeyeke tekakesî de dît û êdî nizanibû dem kengî ye û çi li derve rû dide. Her wiha êdî me nekarî em tiştekî red bikin, îradeya me û her tiştê me, ji me standin.”

RÊBAZÊN HOVAN ÊN ÎŞKENCEYÊ

Li gorî Nadiya, heta çend mehan her 3-4 rojan carekê nanek û hinek penêr çeteyan dide wê. Di ecamê de ew nexweş dikeve. Nadiye dibêje ew û jinên bi wê re, gelek caran bi kehbreyê, xistine derziyan di nava pêçî û dirnaxên wê de hatine êşkencekirin. Nadiya anî ziman ku gelek caran di dema lêpirsînê de cilên wê jê datianîn, piştî ku wê tewanbariyên li dijî xwe red kirin, ew birin odeya êşkenceyê û bi panê odeyê ve hate daliqandin. Her wiha Nadiya anî ziman çeteyan bi hesin li wê û jinên din dixistin û dema ew bi ser hişê xwe ve diçûn av bi ser wan de ber didan û dîsa ew kehbre dikirin.

Nadiya ragihand ku êşkence rojane bû, carne bi awayekî ferdî bû carne jî bi awayekî komî bû û wiha dewam kir: “Gelek caran çeteyan dest avêjin me û hebên hişbirê jî didan me. Hin caran jî di zivistana sar de ava cemidî bi serê wan de dikirin. Heta zarok jî ji vê êşkenceyê xelas nebûn û ji şîr hatin mehrûmkirin.”

Nadiya diyar kir ku hemû jinên bi wê re hemû cûreyên êşkenceyê dîtin û rastî destavêtinê û heqaretê hatin û wiha domand: “Heta niha dengê êşkenceyê di mêjiyê min de vedide û ez nikarim ji bîr bikim.”

Nadiya destnîşan kir ku wê dengê mêrên di zindanên nêzî wê de dema êşkence dibûn bihîstin û da zanîn ku ew bû şahîdê qetilkirina du sivîlên Kurd û wiha dewam kir: “Hesen bavê 3 keçikan bû rastî êkenceyeke zor û şidet hat. Piştre min qetilkirina wî piştrast kir .”

Nadiya anî ziman ku ew gelek caran di zindaneke veşartî ya li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê rastî destavêtinê hatiye û wiha dewam kir: “Jinên din jî rastî desavêtinê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û bi tevlêbûna leşker û endamên istixbarata dewleta Tirk ve dihatin.”

Nadiya got çeteyan êşkence li zarokan jî dikir ku wê demê temenê yekî 7 mehî bû û zarokê din jî sal û nîvek bû û li pêşiya çavên zarokan, çete destavêtin dayîkên wan.

Nadiya wiha domand: “Kesekî bi zimanê tirkî bi min re axivî û ji min xwest ku ez bi wî re bizewcim. Her wiha got eger ez qebûl bikim bizewcim, wê min ji vê vir derxe û wê min bibe Tirkiyê û divê ez têkiliyên xwe bi malbat û xizmên xwe re qut bikim.”

Nadiya da zanîn rewşa wan a zehmet heta 6 mehan di zindana Firqet El-Hemzat a li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê dewam kir û wiha domand: “Di zindanê de, tevlîheviyek çêbû û deng û dirûşme û avêtina guleyan bilind bû. Piştre hin kesan ketin zindanê, hin ji jinên girtî bê cil bûn û hinên din jî di zindana tekakesî de bûn û rastî destavêtinê hatin. Ew kesên ku hatin zindanê gotin birivin û em li erebeyekê siwar bûn. Piştre diyar bû ku em hatine beşê polîsên leşkerî û şer di navbera kesên ku derve hatine û li Efrînê bicih bûne û di navbera çeteyan de derketiye. Di encamê de, ew kesan hatin zindana girêdayî ku em têde û piştre me zanî ku roja 28ê Gulana 2020an e û ez vê rojê jibîr nakim.”

PIŞTÎ ZINDANA EL-HEMZAT

Nadiya destnîşan kir ku ew du rojan di girtîgeheke polîsa leşkerî de maye. Ew her du roj bê îşkence derbas bûn û hinek xwar û av danê wê û wiha domand: “Nehişt ez serê xwe bişûm ku ji bo me xewn bû. Nayê bîra min cara dawîn kengî bû.”

Nadiya wiha serpêkhatiya xwe domand: “Piştî 48 saetan polîsa leşkerî careke din em radestî Firqet El-Hemzat kirin, heman rûyên berê bûn ku em birine gundê Mezin ê gundewarê Efrînê. Ji wir em birin herêma Ezazê û em kirin girtîgehekê ku hinekî ji berê baştir e. Paşê careke din di lêpirsînê re derbas kirin, fîdyo qeyd kirin û gelek caran wêneyên me kişandin. Em neçar kirin ku tiştên li ser kaxizekê hatiye nivîsand ezber bikin û li hemberî kamîreyê bêjin.”

Nadiya wiha domand: “Min metna ku dibêje ez terorîst im xwend. Tê de hatiye nivîsandin ku ez ajana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) me. Komek kes di bin fermana min de kar dikin ku plan dikir efserên Tirk û leşkerên tirk bikujin. Her wiha min plan dikir ku teqînan li Tirkiyê pêk bîni û careke din li me dan. Çend saet dan me ku em wê metnê ezber bikin. Me nedikarî tiştek bikira diviyabû em wê qebûl bikin.”

Li gorî Nadiya berpisê lêpirsînê û danîna agahiyan kesê bi navê Sêf Ebû Bekir bû ku piştre hat zanîn ku nêzî istixbarata Tirkiyê re û xwedî nasnameya tirkî ye. Wî pêşengiya Firqet El-Hemzat dikir. Nadiya û kesên pê re di bin gffan de li pêşiya wî kaxizên bi zimanê erebî û tirkî îmze kirin piştî ku gelek dîmenên têkildarî mikurhatinên wan ku ew terorîst in hatin kişand. Nadiya diyar kir ku ew nizanin li ser çi îmze kirine.

Her wiha Nadiya di berdewama gotinên xwe de îşaret pê kir ku komek çeteyên ku bi zimanê Tirkî diaxivîn gelek caran wêneyên wan dema tazî bûn kişandine û careke dema cilên paqij li xwe kirine û piştre dîsa ji wan birine. Li gorî gotinên Nadiya çeteyan ew neçar kirine ku bêjin îşkence li wan nehatiye û rewşa girtiyan baş e. Her wiha neçar kirine ku spasiya Tirkiyê, Erdogan, artêşa nîştimanî û saziyên ewlehiyê bikin ku ew parastine.

Di dîmenek din de ew di bin îşkenceyê û lêdanê neçar kirine ku bêjin ew terorîst in û destê wan di teqînan de hene yan jî plan kirine û ew ajanên QSD û PKK`ê ne. Nadiya ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Dema me gotinên wan red dikirin, cilên me ji me dikirin û her tişt bi me dikirin û vîdyo dikişandin. Tiştek li pêşiya me ji bilî pêkanîna daxwazên wan tune bû. Di vîdyoya me spasiya Erdogan û wan kir. Piştre em birin girtîgeheke din li Babê. Piştî mehekê ji Babê em rakirina girtîgeha Maratê ya li Efrînê. Her car dîsa em di lêpirsînê re derbas dibûn. Dîsa em neçar dikin ku bêjin em sûcdar in, terorîst in û dan û standina wan bi me re û şertên girtîgehan baş in.”

DARIZANDIN

Li Maratê cara yekemîn jinên revandî veguhestin dadgehê. Nadiya wan kêliyan wiha rave kir: “Destpêkê dadger leşkerî bû. Nayê bîra min navê wî çi bû. Ji me hat xwestin ku em bê deng bin û li benda dadger bin heta ku diaxive û li beramberî wê bêdengiyê dê me bi efûyekê serbest berdin.”

Nedya wiha domand: “Lê ji bo min tiştek wisa ne girîng bû. Ez axivîm û min behsa îşkence, destavêtin, destdirêjî û lêdana li me tê kirin û şertên girtîgehan kirin. Çawa em bêguneh in û di bin îşkenceyê de em neçar kirine ku daxuyaniyan bidin. Çawa dema ez diçûm serdana hevserê xwe yê girtî bikim, ez revandime min behsa van hemûyan kirin. Lê dadger gotinên min birîn û xwest ku min vegerînin girtîgehê û gef li min xwar. Bi rastî jî wan ez vegerandim girtîgehê û careke din li min da. Di roja din de dîsa ez birim dadgeha leşkerî û neçar kirim ku hinek kaxizên bi zimanên tirkî û erebî hatine nivîsandin ku nizanim navaroka wan çi ne îmze bikim.”

Nadiya bi bîr xist ku ew birine dadgeheke din lê vê carê dadgehek sivîl bûn û li wir jî ruxmî gefên kuştin Nadiya biyar da ku dîsa biaxive. Nadiya li pêşiya dadgerê bi navê Ehmed Seîd axivî û serpêhatiya xwe û ya jinan di girtîgehê de vegotin. Her wiha bûyera kuştin du kesên bi navê Bîlal Ebdo û apê Hesen bavê sê keçikan di bin îşkenceyê de ku bûbû şahidê bi bîr xistiye. Lê piştre xuya dibe ku ew dema xwe bi axaftina wê derbas dike û pê dikenî. Piştre gefê lê dixwe û jê dixwaze ku van çîrokan ji kesekî re nebêje da ku şerefa xwe û ya malbatê biparêze û da ku neyê kuştin.

Serçete Nadiya neçar kir ku kaxizên bi zimanê erebî û tirkî îmze bike beyî ku destûrê bidinê navaroka wê bixwîne. Piştre dîmena wê dikişînin û careke din vedigerînin girtîgehê. Paşê bi şerta ku ji mal dernekeve, ji tu dezgeheke çapemeniyê re neaxive û li ser malperên tevna civakî der barê bûyerên ku bi serê hatine nenivîse, serbest hat berdan.

ÇAWA AZARÊN WÊ BI DAWÎ BÛN?

Nadiya got malbata wê bi qaçaxçiyekî re li hev kiriye ku li beramberî 300 dolarî wê ji Efrînê derxe. Bi rastî jî ew digihêje ciheke ewle lê heta niha çarenûsa hevjînê wê yê ku beriya çend rojan ji revandina wê hatibû revandin ne diyar e.