VÎDEO: Komên çêkdar xortek revandin, kuştin û li malbata wî vegerandin

Xortê bi navê Mûhened Dîyab Elqasim yê ji bakurê gundewarê Humsê di bin îşkenceya polîsên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê li bajarê Carablûsê, yê li bakur-rojhilatê bajarê Helebê, hate kuştin. 

Elqasimê ji bajarokê Telf yê girêdayî bajarê Humsê wek berdestiyê bijîjk kar dikir. 

Rojnamevan Ahmed Abara, ku mirovê Elqasim e, got: “Mûhened di dema vegera wî ji başûrê gundewarê Humsê, li noqteya kontrolê ya bi navê Awin Eldadat ji aliyê polîsên leşkerî ve hat girtin.”

Elqasim di 21 Kanûnê 2018ê de hate girtin. Laşê wî di 1ê Sibata 2019ê de radestî malbata wî hate kirin.

Roka Sheddo