Li Efrînê ji ber agirê Newrozê hejmarek welatiyên Kurd hatin şehîdkirin

Li navçeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê grûpa Ehrar El Şerqiye, ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

çend kesan ji malbata Pêşmerg ji bo pîrozbahiyê, agirê Newrozê vêxistin, ji ber vê yekê çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiye gulle li wan barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û çend kes jî birîndar in.

Navên kesên ku di êrîşê de şehîd bûne ev in: Ferhedîn Usman (43 salî), Mihemed Usman (42 salî), Nezmî Usman (38 salî) û Mihemed Ferhedîn Usman (18 salî).