Xortek sûrî li Almanyayê bê tawan 5 salan di girtîgehê de ma

Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ku bi sûcê destdirjiya cinsî li Almanyayê hatibû girtin, piştî 5 salan bêsûc derdikeve û tê qerebûkirin.

Kurd ji bajarê Dirbêsiyê yê bi navê Beşîr Şêxê, ku li dibistanê diçû kursa zimanê Almanî, di sala 2017an de polîs di operasyonekê de diavêjin ser mala wî û wî digirin, 6 mehan davêjin zindanê û ji her kesî qut dikin.

Kesên ku lê gilî kirine wî bi destdirêjiya li ser jineke Alman tewanbar dikin, ew jî dibêje bêsûc e û tiştekî wiha nekiriye. Jina ku lê gilî kiriye jî piştre eşkere dibe ku rast negotiye, 30 hezar Euro dane wê ji bo ku gilî bike.

Piştî 6 mehan dadwer wî bê sûc derdixe, lê dozger li dijî derdikeve û mehkemekirina wî berdewam dike û 8 salan zindan jê re dixwazin.

Beşîr Şêxî, piştî 5 salan bêtewan derdikeve û bi 14 hezar Euro hat qerebûkirin.

Şêxî ji Rûdawê re ragihand ku wî ti caran ew jin behs tê kirin ne dîtiye û ew dê dozê li dijî wê veke.

Bi gotina Şêxî ewa li hemberî hatiye kirin hewldaneke siyasî bûye û ew bûyer bi destê partiya rastgir a li dijî koçberan a Almanî hatiye encamdan û wê partiyê xwestiyê rewşa wî di kampanya hilbijartinan de bikar bîne.

Beşîr Şêxê herwiha got: “Ez bê tawan hatibûm girtin. Ez rastî regezperestiyê hatim. Min belge hene ku ez bêtawan bûm. Aliyekî siyasî li pişt tohmetbarkirina min bû.”

Berê jî li Almanyayê çend dozên din li dijî Kurdan hebûn, ji ber wê jî civaka Kurd dixwaze bi awayekî yasayî û akademîk li ser wan kar bike. Di medyaya Almanyayê de jî behsa wê yekê tê kirin ku Kurd ji wan neteweyan e ku zêdetir cudakarî li dijî wan tê kirin.

Rudaw