Penaberên Sûrî li Tirkîyê û Sîyaseta Vegera bi Zorê

Hikûmeta Tirkîyê bi darê zorê penaberên Sûrî yên li cem xwe vedigerîne herêmên bakurê Sûrîyê ku bin kontrola artêşa Tirk û komên çekdar de ne.

Karbidestekî Tirk berî çend rojan ragihand ku, ji serê sala 2022’an ve heta meha Mijdarê, nêzî 90 hezar penaberên Sûrî vegerîne welatê xwe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) eşkere kir ku Tikrîyê bi bihaneya vegera dilxwazî panaberên Sûrî bi neçarî dûr dixe.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê Mustefa Ebdî pêvajoya dûrxistinê rexne dike.

“Kesên tên dûrxistin, ji malan, cîhên kar û li kolanan tên desteser kirin, çend rojan li cîhên taybet tên girtin, piştre ji sînor re tên şandin û li ser tixub ew radestî çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam yan Artêşa Netewî ya Sûrî tên kirin.”

Ebdî dibêje ku Tirkîye bi vê kiryarê mafên penaberan û erka xwe ya gor qanûnên navdewletî binpê dike.

Çavdêrîya Mafê Mirovan (HRW) di raportekê de eşkere kiribû ku desthilata Tirk hejmareke mêr û ciwanên penaber yên Sûrî yên desteserkirî li navendeke taybet hatine girtin û li wir rastî lêdan û reftarên nebaş hatine, piştre ew bi zordarî ji bakurê Sûrîyê re hatine şandin.

Çavdêrê sîyasî Hesen Qoşo jî bawer dike ku Tirkîye ji destpêka alozîya Sûrîyê vir ve karta penaberan jibo berjewendîyên xwe bi kar tine û pêvajoya dûrxistina wan jî di vê çarçovayê de ye.

“Armanca Tirkîyê pêkanîna guhertina demografîk ya li bakurê Sûrîyê ye ku li van herêman Kurd dijîn. Loma dixwaze penaberên dûrxistî li wir bi cîh bike ku kemberekê di navbera xwe û Sûrîyê de çêke.“

Hêjayî bîrxisitnê ye ku ji destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011an vir ve hejmareke mezin ya Sûrî li Tirkîyê bûne penaber û li gor Tirkîyê hejmara wan sê milyon û nîv kes e.

Hikûmeta Tirkî çend rêketinên darayî bi Yekîtîya Ewrupa re îmza kiribûn û jibo alîkarîya wan penaberên Sûrî 6 mîlyar Euro wergirtibûn.
https://www.dengeamerika.com/a/6830867.html