Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin

Suleyman Şeyho ê ku 18 sal berê ji Kobanê tê Sêrtê, li ser navê kesek din tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. Malbatê got bi belgeyan jî li rayedarên tirk xistine lê serlêdan hatine redkirin.

Suleyman Şeyho yê ji Kobanê di sala 2004’an de li Sêrtê hate binçavkirin û ji ber nezaniya zimanê Tirkî hemû belgeyên ku li ber destê wî hatibûn îmzekirin, bi navê Muhammet Ahmet hate girtin û piştre di doza hat darizandin de cezayê hefsê yê muebedê lê hat birîn. Suleyman Şeyho ku 18 sal in di girtîgehê de ye, bi nameya ku ji Girtîgeha Balikesîrê ya Tîpa T’yê şandiye qala rewşa xwe kir.

Hate hînbûn ku Şeyho di sala 1984’an de li gundê Donxiza Sexîr ê Kobanê ji dayik bûye û mezinê 8 bira û 3 xwişkan e. Ew ji bo debara malbata xwe bike hatiye bajarê Sêrtê da ku di karê kolandina bîrê de bixebite. Hate diyarkirin ku Şeyho di sala 2004’an de dema li gundekî Sêrtê li kar digeriya di 20 saliya xwe de bi îdiaya kesê bi navê Muhammet Ahmet e hatiye girtin û şandine girtîgehê.

MALBAT LI KOBANÊ DIJÎ

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li Kobanê bi malbata Şeyho re hevdîtin pêk anî. Malbatê bertek nîşanî vê rewşê da û bi belgeyên ku derbarê Şeyho de agahiya wan heye û got ku bi hinceta navê wî Muhammet Ahmet e serlêdana wan a hevdîtinê nehatiye qebûlkirin.

Malbata ku li gundê Donxiz Sexîr dijî diyar kirin ku ji bo îspat bikin ku kesê hatiye girtin ne Muhammet Ahmet e, gelek caran serî li rayedarên tirk dane û tevî hemû belge û wêneyan jî serlêdana wan hatiye redkirin.

‘QEBÛL NAKIN KU ZAROKÊ ME YE’

Bavê Şeyho, Îsmaîl Şeyho diyar kir ku kurê wî qet çek hilnegirtiye, tev li çalakiyên tundiyê nebûye û tenê dema li karekî digere ji bo debara jiyana xwe bike di rê de hatiye girtin û wiha got: “Kurê min di zindanên Tirkiyeyê de bi îşkenceyê re rûbirû dimîne. Em ji bo pêdiviyên kurê min pereyan dişînin, lê qebûl nakin ku ew zarokê me ye.”

Îsmîal Şeyho di sala 2010’an de li girtîgehê serdana kurê xwe kiriye û tenê nîv saetê wî dîtiye, lê piştre rayedarên tirk bi hinceta “paşnavê malbatê û paşnavê girtiyê ne yek e” hevdîtin asteng dikin.