Bavê Ebdo Henîfî ku lingê wî di êrişa dewleta Tirk de jêbûye: Rewşa kurê min kirîtîk e

Bavê zarokê bi navê Ebdo Henîfî ku lingê wî ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Kobanê jê bûye, Mistefa Henîfî piştrast kir ku rewşa kurê wî kirîtîk e û rewşa malbata wî ku gelek endamên wê birîndar bûne jî ne baş e.

Mistefa Henîfî yê ji gundê Qeremox ê li rojhilatê bajarê Kobanê got: “Em li pêşiya malê rûniştibûn. Ebdo jî li pêşiya malê dilîst. Ji nişkan ve top bi ser me de hatin. Di encamê de 2 zarok û 4 jin ji malbata min birîndar bûn.”

Mistefa Henîfî wiha domand: “Rewşa Ebdo ne baş e bi taybet piştî ku lingê wî hat qutkirin. Rewşa hevjîna min û xwişka wê jî ne baş in û ew niha li nexweşxaneyeke Reqayê ne. Rewşa hevjîna birayê min gelek xeter e û ew jî birin nexweşxaneyeke Minbicê. Rewşa hevjîna birayê min ê din jî, hinekî baş e û li nexweşxaneyeke Kobanê tê dermankirin lê rewşa keça wê ya yeksalî ne baş e ji ber ku bermahiyên topan di lingê wê de ye.”

Tê bibîrxistin ku duh bi şev dewleta Tirk a dagirker bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de 12 welatî di nav de jin û zarok hene birîndar bûn û welatiyek ji gundê Xanê şehîd bû.

Her wiha gundên Til Hacib, Qeremox, Goran, Xanî, Serzorî û Gultepe li rojhilatê Kobanê hatin hedefgirtin.