Îtîlafa Sûriyê hevkara milîsên komên girêdayî dewleta Tirk di pêkanîna sûcên şer de ye

Sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê berdewam dikin. Endamê ENKS’ê û cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê Ebdulhekîm Beşar îdia kir ku li Efrînê tu sûc nehatine kirin. Gelek kesayetên ji Efrînê û raporên saziyên mafên mirovan bi belgeyan van îdiayên Beşar derew derdixin.

KENDAL CÛDÎ

Endamê Rêveberiya PDK-Sûriyê, endamê têkiliyên derve yê ENKS’ê û cîgirê qaşo bi navê Îtîlafa Sûriyê Ebdulhekîm Beşar beriya çend rojan di civînekê ku li Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin de, îdia kirin ku li Efrînê sûc nehatine kirin.

Ebdulhekîm Beşar îdia kir ku li Efrînê sûc nehatine kirin û agahiyên di çapemeniyê de têne ragihandin jî, ne rast in. Her wiha Beşar, QSD’ê jî sûcdar kir.

Piştî van îdiayên Ebdulhekîm Beşar ku li ser navê ENKS`ê beşdarî Îtîlafê bûye, her Kurdek ji xwe pirs dike; gelo bi rastî sûc û qirkirin li dijî Efrînê nehatine kirin?!

Di vê raporê de, em ê hewl bidin bi belgeyên ku saziyên herêmî û navneteweyî der barê sûcên li Efrînê de amade kirine, bînin ber destê xwendevanan û bi hev re binêrin ka gelo bi rastî sûc li Efrînê hatine kirin an na?

Ji 18ê Adara 2018an ve dema ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirk a faşîst û çeteyên Îtîlafa Sûriyê ve ku Ebdulhekîm Beşar bi xwe jî şaxê wan çeteyan ê siyasî ye, hate dagirkirin, li Efrînê revandin, kuştin, tecawîz, dizî, qirkirin, talankirin û hwd ranewestiyane.

2 HEZAR Û 391 KES HATIN QETILKIRIN

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê, ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin heta dawiya meha Hezîranê sala 2021`an ve, 2 hezar û 391 sivîl hatine qetilkirin.

Di heman demê de, li gorî heman navendê 7 hezar û 433 kes (di nav de jin, zarok, ciwan û kesên temenmezin) li Efrînê hatine revandin. Ji wan hezar û 98 kes di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de hatine îşkencekirin. Her wiha ji ber îşkenceya di girtîgehên dewleta Tirk de, 137 kes hatin qetilkirin. Heta niha 5 hezar û 100 kes hatine berdan û aqûbeta kesên din jî ne diyar e. Di heman demê de piştî dayîna pereyan, hezar û 255 kes hatin berdan.

Ne tenê qetilkirin, dewleta Tirk gundên kurdan, bi taybet ên êzidiyan ên li Efrînê wêran dike û li şûna wan bi desteka Qeter û Kuweytê avahiyên dagirkeriyê ji bo malbatên çeteyan ên ku ji herêmên cuda yên Sûriyê anîne, ava dike. Dewleta Tirk bi vî awayî demografiya herêmê diguherîne û fişarê lê dike ku gelê Efrînê yê mayî jî bide koçberkirin.

SÛCÊN DAGIRKERIYÊ BÊ NAVBER DIDOMIN

Endamê Rêveberiya Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê Mistefa Ebdî da zanîn ku komên girêdayî dewleta Tirk sûcên wekî revandin û girtina sivîlan dewam dikin û wiha got: “Rêjeya şidet, sûc û revandin li herêma Efrînê taybet û li tevahiya herêmên di bin kontrola hêzên çekdar ên Tirkiyê yên Bakurê Sûriyê de zêde bûye.”

Ebdî anî ziman ku ji destpêka sala 2021’an ve li herêma Efrînê ya dagirkirî 319 kes hatine girtin û wiha dewam kir: “Hejmara kesên ku me navên wan belge kirin, herî kêm 7 hezar û 433 kes li Efrînê hatine girtin. Bê guman gelek kes hene malbatên navên wan negotine û gelek rewşên girtinê hene me nikaribûn belge bikin.”

Ebdî diyar kir ku li herêma Efrînê ya dagirkirî bûyerên desteserkirina mal û milkên sivîlan wek talankirina berhema zeytûnan, birîna daran û girtin û revandin rojane bi awayekî zanebûn pêk tên û sivîlên li Efrînê tengav dikin.

Ebdî bi bîr xist ku ev hemû bûyer bi destê komên sûrî yên çekdar yên “Artêşa Wetenî ya Sûriyê” ya girêdayî Îtîlafê ne, di bin çavdêriya dewleta Tirk û hevkariya wê de çêdibe.

RAPORÊN SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Ne tenê saziyên herêmê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî şopandine, di heman hemê de gelek saziyên navneteweyî û rêxistinên cîhanî têkildarî jenosîda li Efrînê, hişyarî dan. Parlametoya Ewropayê di 12`yê Adarê de, dewleta Tirk bi pêkanîna binpêkirinan li Sûriyê tawanbar kir. Beriya 6 mehan jî, Komseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rewşên qetilkirin, revandin, destdanîna ser milkên welatiyan û koçberkirina bi darê zorê, belge kirine. Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bi raporekê ragihand ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, sûcên şer li dijî sivîlan pêk anîne.

Gelo piştî van agahî û belgeyan, gotina Ebdulhekîm Beşar tê çi wateyê ku dibêje li Efrînê sûc nehatine kirin!

MSD: DIVÊ ENKS HELWESTA XWE LI HEMBERÎ NÛNERÊ ÎTÎLAFÊ NÎŞAN BIDE

MSD`ê bi daxuyaniyekê îdiayên Ebdulhekîm Beşar şermezar kirin û got: “Em bi tundî daxuyaniyên kesê bi navê Ebdulhekîm Beşar red dikin ku dibêje tu sûc li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve pêk nehatine. Ruxmî ku ev sûc êdî tên zanîn û ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û gelek rêxistinên herêmî û erebî ve hatine belgekirin. Ev yek îsbat dike ku destê wî di komkujî, siyasetên koçberkirin, guhertina demografiyê û desteserkirina milkên gelê me li Efrînê de heye. ENKS’ê berpirsa vê yekê ye heta ku helwesta xwe ya li hemberî nûnerên Îtîlafê nîşan nede.”

PYNK: ÎDIAYÊN EBDULHEKÎM BEŞAR DAGIRKIRINA EFRÎNÊ REWA DIKIN

PYNK’ê jî nerazîbûn nîşan da û îdiayên Ebdulhekîm Beşar ên der barê sûc û binpêkirinên li dijî gelê Efrînê de şermezar kirin û anî ziman ku ev îdia dagirkirina Efrînê rewa dikin û piştrast kir ku kampên li Şehbayê bersiva îdiayên wî didin.

Hevseroka Herêma Efrînê Şîraz Hemo têkildarî daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar ji ajansa me re axivî û da zanîn ew daxuyaniyên Beşar şermezar dikin û anî ziman ku ev yek îsbat dike ku ew hevkarê sûc û binpêkirinên li Efrînê ye û wiha dewam kir: “Gotinên Ebdulhekîm Beşar dagirkeriyê li Efrînê mayînde dike û erka xwe ya neteweyî ya kurdî jî înkar dike. Di heman demê de gotinên wî razîkirina dewleta Tirk a dagirker e.”

‘EM BELGEYAN AMADE DIKIN DA KU BIGIHÎNIN ALIYÊN NAVNETEWEYÎ’

Şîraz li ser pirsa ‘gelo ji bo eşkerekirina sûcên ku li Efrînê tên kirin, çi xebat tê kirin?’ ev bersiv da: “Eşkerekirina siyaseta dewleta Tirk û komên wê li Efrînê, erka me ya sereke ye. Em niha dosyayên belgekirina sûcên şer amade dikin da ku bigihînin aliyên navneteweyî yên peywendîdar.”

‘EBDULHEKÎM BEŞAR Û ÎTÎLAF HEVKARÊN SÛCAN IN’

Mistefa Ebdî, têkildarî helwesta wan wekî sazî li hemberî daxuyaniya Ebdulhekîm Beşar, got: “Îtîlafa Sûriyê hevkara milîsên komên girêdayî dewleta Tirk di pêkanîna sûcên şer de ye, ji ber ku Îtîlaf nûnertiya wan a siyasî dike. Heta niha Îtîlafê binpêkirinên van komên çekdar ên girêdayî wê şermezar nekirine, berovajî vê yekê fermandarên komên milîsan bê guneh nîşan didan. Daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar jî hewldanên Îtîlafa Sûriyê ne da ku sûcên ku hatine kirin, werin veşartin. Ebdulhekîm û saziya wî ya bi navê Îtîlafê li hemberî van sûcan divê cezayên xwe yên qanûnî, civakî û exlaqî bixwin, ji ber ku ew hevkarên sereke di pêkanîna van sûcan de ne.”

Têkildarî armanca ji gotinên Ebdulhekîm Beşar di vê demê de, Ebdî wiha lê zde kir: “Armanc eşkere ye ew jî rewakirina dagirkeriyê ye û sorkirina gel li dijî Rêveberiya Xweser û derxistina fitneyê ye.”