Turkiy bendavan weke topxaneyan û alaveke şer li dijî sûriyan bikar tine

Digel şere xwînê û binpêkirinên ku hêj bidawî nebûne, Turkyê dest bi şere avê dike, desthelatên Turkyê ji bikaranîna wîstgeha Elok weke peleke siyasî bo birîna avê li ser 300 hezar welatî her weha bi hezarên koçberan li parêzheha Hesekê û gundewarê wê têr nebûn. Girûpek ji rêxistinên xwecihî daxuyaniyek derxistin têde birîna Turkyê ji avê re li ser Hesekê şermezar kirin, her weha HRW daxuyaniyek derxist bi navnîşana ( Tirkiyî/ Sûriyê : av çekek e digel nexweşiyeke cîhanî)  têde ji Turkyê xwest ku avê weke çekekî şer bikar neyine.

Vê carê Turkyê bendavan weke topxaneyan û alaveke şer li dijî sûriyan bikar tine, ev jî digel zêdebûna metirsiya belavbûna covid 19 û têkçûna navendên tendurustiyê ku av tiştê sereke ye li wan navendan, her weha metirsiya nêz û birçîbûnê jî li deriyê sûriyan dide jiber ku piraniya niştecihên deverê ji berhemên çandiniyê xwe xwedî dikin û bê av ççandinî jî nabe.

Ev gava Turkyê wê bandoreke wê ya neyinî li ser xwedîkirina ajel û masiyan hebe, ne tenê wilo lê digel bilindbûna pileyên germahiyê ku giha 50î pileyan tirs heye ku jiber birîna avê kehrebe li ser tevayya bakur rojhelatê sûriyû were birîn.

Qutkirina Turkyê ji avê li ser bendavan hişt ku ava çemê Feratê yê ku avê dide van bendavan gelekî dakeve û kêm bibe.

Rêveberiya giştî ya bendeavan li herêma feratê ragihand ku dahata avê ji aliyê Turkyê daketiye kêmî  1/4qederê ku rêkeftina navdewletî li ser hatiye kirin, rêveberiya bendavan da zanîn ku di 27/6/2020 qederê ava derbasî gola bendava Tişrênê bûye gihaye 322 mitreyên sêgoşe her weha heman qeder li bendava Huriye jî, û ev rêje brawerd salên bûrî gelekî kêm e.

Rêkeftna navdewletî dibêje ku rêjeya ava ku ji çemê feratê tê ber bi bendavan ve gerek e ne kêmî 500 mitreyên sêgoşe di her yek kêlîkê de, lê niha rêjeya avê nagihê 200 mitreyên sêgoşe di yek kêlîkê de

Bi me re tevbigerin ji bo rihakirina sedhezarên sivîlan ji kiryarên Turkyê ya ku her tiştî bi her awayî weke alavên şer bikar tine, dinav de jî bikaranîna avê weke binpêkirineke beloq ji pîvanên navdewletî û mirovî.

Bi me re tevbigerin û ji hikmetên xwe bixwazin ku fişarê li Turkyê bikin daku bikaranîna avê weke çekeke cengê li dijî welatiyên sûriyê rawestîne

Bi me re ji encumena ewlehiya navdewletî bixwazin ku rê li ber kiryarên Turkyê bigire û avê weke mafekî sereke û rewa ji niştecihên bakur rojhelatê sûryê re peyyda bike.

Ji Amerîka û Rûsyayê weke du garantorên rêkeftinên bi Turkyê re bixwazin ku fişarê li Turkyê bikin da ku pabendiyê bi rêkeftinên navdewletî yên avê bike û avê weke çekekî bikar neyne.

Piştgiriya we ji bo sivîlên bakur rojhelatê sûryê, çi yên li malên xwe dijîn an ew ên bi zorê koçber bûn û niha li kampan dijîn.

tevnakurdi

Berî derfet jidest here bi me re tevbigerin