Girê Spî li dijî kiryarên artêşa Tirk û Çekdarên bi ser ve derket xwepêşandanê


K24 – Navenda Nûçeyan

Li dijî girtina welatiyan, Xelkê bajarokê Girê Spî li dijî Çekdarên Opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê xwepêşandan kirin.

Li gorî medya nêzîkî Opozsiyona Sûriyê, xelkê bajarokê Girê Spî yê dibin kontrola Artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên ser bi wê ve, li dijî binpêkirinên li wî bajarokî derketin xwepêşandanan û daxwaza azadkirina girtiyên di zîndanên wan çekdaran de kirin.

Di vê derbarê de, berpirsê Serbazî yê Devera Girê Spî Ebu Mihemed Fero ji malperek Opozisyona Sûriyê re diyar kir, ew kesên girtî, bi tometa hebûna peywendiyên digel HSDê û encamdan a teqînan hatine girtin.