Carek din li rojavayê Kurdistanê şewata zeviyan destpê kir

Li çendîn gundên rojavayê Kobanî agir bi zeviyên xelkê ket û nêzî 800 donim şewitîn.

Xwediyên wan zeviyan,her yek çirokek xwe heye. Her yek bi xwe, çîrokek dilşewatî û feqîrtîyê ye. Daxwaz dikin, ev babet bê lêkolîn û çareser kirin.

Mihemed Ebo yek ji neşteciyën gondê mişko yê rojavayê bajarê kobanê ye, piştî rojekê ji biryara wî go zeviyê xwe pale bike, agerek bi zevî ket û tevahiyê rizqê wî hate şewitandin.

Mihemed dibêje ku wî hêviya xwe da bû ser vê mûsimê ta ku rewşa malbate xwe baş bike, û zarokin xwe xwedî bike, lê bi têkçûna mûsima wî ew bê hêz dimîne.

Bi dest pêke pala mûsima cih û genim li herîma kobanê, bûyerin şewatê jî dest pê dike, di heman demekê de agir di zeviyên 5 gondan get, ku nêzî 80 hektar tenê li rojavayê kobanê şewitî.

Çotkarin deverê bangê li rêveberiya xweser dikin ku hajmarin otombêlin agirvemirandinê zê de bikin, û ji bo wan xalan li tevahiyê deverê ava bikin.

Boyerin şewate zeviyan ji sala borî ve bi awaiyekî pir dest pêkir, ku par 435 hazar donim li tevahiyê rojavayê kurdistanê û bakurê sûrî şewitî.

Ku para kobanê jê 28 hazar donim bû.. çotkar di wê metirsiyê de dijîn ku ji bilî bilindbûna nirxê kel û pelan mûsima wan jî rastî şewatê were û westeiyê wan têk biçe.

K24