Li Efrînê çekdaran welatiyek bi werîs li pey otomobîlê xişikand

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên el Cebhe el Şamiye, xortekî bi werîsekî bi otomobîlekê ve girê didin û wî li pey otomobîlê dixişikînin.

Çekdarên el Cebhe el Şamiye, welatiyê ji Babê yê bi navê Mistefa, bi otomobîlekê ve girê dan û ew li pey otomobîlê dixişikand.

Li gor çavkaniyên Rûdawê, fermandarê wan çekdaran navê wî Ebû Cana ye, Ereb e ji eşîreta Bûbena ye.

Di videoyê de kesekî din jî aşkere dibe ku navê wî Ebû el-Welîd e.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê aşkere kir ku ev kesê ku li pey otomobîlê tê kişandin, navê wî Mistefa ye û ji Kurdên Babê ye û çekdarê heman grûpê ye.

Çavkaniyê diyar kir ku vî çekdarî 7000 lîreyên Sûrî ji fermandarê grûpê dizîne, jêderekê ji Rûdawê re got ku wî dixwest bi wan pereyan derman ji xuşka xwe ya nexweş re bikire.