Çawa keçikek Efrînî di dema reva ji ber êrîşa Tirkan çavê xwe wenda kir

Bombebarana bêcudahî ya dagirkeriya Tirk û milîsên Îslamî yên Ixwan el-Musilmîn ku weke (Artêşa Netewî û Artêşa Azad) xwe didin naskirin li ser Efrînê ji Çile heya Adara 2018 bû sedema birîndarkirina 3 xwîşkan, birîna giran jî ya xwîşka herî biçûk bû, ji ber ku çavekî xwe wenda kir û pêwîstiya wê heya niha bi dermankirin û emeliyatê heye.

Semîra, dayîka wê keçikê ye, ji Afrinpost re got ku “Me 45 rojan li gundê xwe, Zerka li ber xwe da, wê demê bombebaran dijwar bû, bi hemû çekên giran êrîşî me dikirin, dema me hewl dida em xwe ji balafirên şer rizgar bikin, erebeya 14 bînekan a ji gundê me ya li navçeya Reco em dibirin Efrînê, hat armancgirtin”.

Semîra rewşa wê demê wiha diderbirîne: “Ez nizanim çawa wê bûyerê û wê tawanê biderbirînim, hemû kesên di erebeyê de sivîl bûn, 3 ji wan keçên min bûn, yekê ji wan çavekî xwe wenda kir û ji ber bombebarana hov a Tirk nema pêşiya xwe dibîne”.

Semîra destnîşan dike ku ew ji Efrînê derketin û hemû mal û milkên xwe li şûna xwe hiştin, niha jî li Şehbayê tiştekî wan nîn e, di heman demê de jî bangawaziya aliyên têkildar û rêxistinên mirovî dike da ku alîkariya keça wê ya biçûk bikin ku ji nû ve pêşiya xwe bibîne.

Her wiha Afrinpost hevdîtin bi xwişkên din ên birîndar re jî kir, yek ji wan Nezîra Mistefa ye, û wiha got: “Beriya êrîşên dijwar ên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, em di ewlehî û aramiyê de dijîn, lê hema bombebaranê em ji wê yekê bêpar kirin, ji bona ku em xwe biparêzin, em derktin, lê hema li ser rê balafirên şer ên Tirk em armanc girtin û di encamê de hemû endamên malbata min an hatin kuştin an jî birîndar bûn”.

Nezîra axaftina xwe didomîne û destnîşan dike ku gava ew gihaştin Efrînê, nexweşxaneyê nekarîbû dermankirina tê xwestin bike, ji ber ku bi sedema şer û bombebaranê hemû bijîşk ji Efrînê derketibûn, ew jî neçar man bi birînên xwe yên bêderman derkevin.
Heya demeke dirêj, heyanî ku gihaştin navçeya Til Rifetê li herêma Şehba, ew her sê xwişk bêderman man, piştî wê karîbûn derbasî Helebê bibin û li wir hatin dermankirin.

Ji aliyê xwe ve, Newroz Mistefa ji Afrinpost re got: “Ez jî bi malbata xwe re li heman cihî û di heman demê de birîndar bûm, pêwîstiya min niha bi alîkariyê heye ji bo peydakirina nîskokekê ji çavê min re, her wiha pêdiviya min bi tora çavê jî heye, ji ber ku piştî emeliyata min li Helebê kiriye, ez nikarim baş bibînim, heya niha jî tu çareyên zelal xuya nakin”.

Xwişka biçûk, Elya Mistefa jî ji Afrinpost re axivî û wiha got: “Ez bi dijwariyên jiyanî re rû bi rû dimînim, bi bombebarana hov re, min çavekî xwe bi temamî wenda kir, niha jî pêwîstiya min bi çandina çavekî heye, bombebarana hov çavê min ji min stand û rûyê min xira kir, ez şewitandim û ez hîna di despêka jiyana xwe de me”, bi van gotinên dilşewat, Elya serê xwe tewand û ji cîhanê, ji rêxiztinên mirovî û rêxistinên mafên zarokan destê alîkariyê xwest.

Zarokên Efrînê li Şehbayê jî ji dagirkeriya Tirk rizgar nebûn, di 1 Kanûnê de komkujiyek li Til Rifetê pêk anî, çekdarên rêxistina Ixwan el-Musilmîn bi bêcudahî ew herêm topbaran kir û di encamê de jî 10 sivîl 8 ji wan zarok bûn, şehîd ketin.

Afrinpost