DAIŞ çawa bû Artêşa Niştimanî ya Sûriyê

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar wan weke “zarokên wê herêmê” yê bi nav dike û serokkomarê Tirkiyê Erdoganê bi pesin weke”mûcahîtên vejînê yên bi nav û deng” bi nav dike. Di nava endamên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de gelek kesên ku di asta jor de berpirsyariya DAIŞ’ê kirine, hene. ANHA, xwe gihand 76 navên DAIŞ’ê yên ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Bakur û rojhilatê Sûriyê cilên wan guhertine.

Li Hema, Siwêdayê, Hums, Xota û gelek bajarên din sûcên mirovahiyê kirine. Kujerê Peter Kassîg yê ji DYA’yê revandin û li çolterên Idlibê serê wî jêkirin û dîmen li ser youtubê belav kir. Sofyan El-Qişhim jî tê de heye. Dîsa navê kujerê Hevrîn Xelef, Ebû Sedam El-Ensarî jî di nava vê lîsteyê de derbas dibe.

Ev kesên ku di nava DAIŞ’ê de sûcên şer kirine rêka hemûyan jî li ser xeta Heleb-Ezezê gihiştiye komên çeteyên ji aliyê dewleta Tirk de tên destekkirin. Niha jî li Serêkaniyê û Girê Spî tevî dewleta Tirk êrişî kurdan dikin.

Bi du awayî lîsteya ku em pêşkêş bikin DAIŞ’î çawa bûne qaşo Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bi awayeke eşkere dide nîşandan.

1 – Basil Mihemmed Elelî: nasnav Telha

Li Suriyê bajarê Humis dayîk bûye. 23 saliye. 2013 de tevlî DAIŞ bûye. 2017’yan de li Helebê derbasî tûmena Hemza ya ji aliyê dewleta Tirk tê destekkirin bû. Niha li Sûlûk bi navê Arteşa Niştimaniya Suriyê şer dike.

2 – Basil Xesan Elesûra: Nasnav Ebû Ûsame Elşamî

Sala 1993 li Şamê dayîkbûye. 2012 li Xûta tevlî El Nusra bû. 2014’yan de derbasî Siwêdê bû û li vir tevlî DAIŞ bû. 2016’yan de bi navê DAIŞ tabura Emîn Xarîcî avakir û bû Emîrê vê tabûr ê. 2017 derbasî Tirkiyê bû. Bi tûmena El-Hemza re tevlî dagirkeriya Efrînê bû. Niha li Girê Spî bi dewleta Tirk re ye.

3 – Beşar Simîd: Nasnav Ebû Îslam El-Qelemûnî

Sala 1994 girêdayî Şamê El Nebîk dayîkbûye. 2014’yan de tevlî DAIŞ bû. Li Temdûr û Tenefê tevlî şer bû. 2017’yan de derbasî Idlibê ji vê derê jî bi Ebû Eymen El Iraqî re derbasî Tirkiyê dibe. Koma çete ya Ehrar Al-Şerqiyê weke fermandarê tabûrê tevlî dagirkirina Efrînê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

4 – Beşîr El-Emûrî: Nasnav Ebû Ehmed El-Tedmûrî

1990 dayîk bûye. 2014`yan de li Humis tevlî DAIŞ bûye. 2017’de derbasî Ezazê bûye. Bi Tugaya Sultan Murat a ji aliyê dewleta Tirk hatiye avakirin de tevlî dagirkirina Efrînê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

5 – Ebdullah Ehmed Elebdelah:

Ji Humisê ye sala 1991 dayîkbûye. 2014’de tevlî DAIŞ bûye, di xebatên rêxistinê yên îstîxbaratê de cih girtiye. Li Tenefê li dijî balafirgeha girêdayî Koalîsyona Navnetewî êriş pêk aniye. Piştre revî Xûta. Navê wî tevlî gelek buyerên dizî û talanê bûye. 2016’de derbasî qadên di bin kontrola Tirkan bû û li vê derê tevlî Tûmena El-Hemza bû. Niha li Serêkaniyê ye.

6 – Ebdullah El-Şimerî: Nasnav Ebû Telha El-Şimerî

20 salî ye , girêdayî Suriye bajarê Temdur li gundê El Soxna dayîkbûye. 2015’de li Dêrezorê tevlî DAIŞ bû. 2018’de derbasî Helebê bû û tevlî koma çeteyên Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.

7 – Ebdullah El-Zirêr: Nasnav Ebû Cehfer

1991 li Humis dayîkbûye. 2012’de tevlî El Nusra bûye. 2014’de li Şamê tevlî DAIŞ dibe. Li Şam, Helep û Elbitirê de tevlî şer bûye. 2017’de derbasî Tirkiye dibe û li vêderê perwerdeya leşkerî dibîne. Di bin kontrola MIT’ê de koma çeteyên Lîwa El Îslam ava kir. Bi vê komê re tevlî dagirkirina Efrînê bûye. Niha li Girê Spî ye.

8 – Ebdullah Mihemed Eliwêd: Nasnav Ebû Seyîf El-Helebî

1989’de girêdayî Helebê li Sifîra dayîkbûye. 2015’de Helebê tevlî DAIŞ’ê bûye. 2016’da li ser malpera xwe ya twitterê wêneyên xwe yên li Tebqa li ser doçkayê parvekiribû. 2017’de derbasî Idlibê dibe ji vêderê jî diçe Tirkiye. Di bin sîwana arêşa Tirk li Tûmena El-Hemza perwerdeya leşkerî dibîne. Niha li Girê Spî ye.

Di wêneyê de kesê bi navê Abdullah re di nava artêşa Tirk de bi hevre ne.

9 – Ebdullah Mihemed El-Inizî: Nasnav Ebû Mihemed El-Cezrawî.

Ji Siûdî Erebîstan bajarê Riyadê ye dayîkbûye, 27 saliye. 2015’de bi rêka Tirkiyê tevlî DAIŞ’ê bûye. Li Reqa û Humisê şer kiriye. Bi tabûra Ûsûd El-Ednanî re tevlî şerê Minbicê bû. 2018’de derbasî Ezazê bû. Piştre bin kontrola dewleta Tirk de tevlî Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.

10 – Ebdullrehman Mihêmid: Nasnav Qesûre Eldêrî

1992 li Dêrazor dayîkbûye. 2012’de li Dêrazorê tevlî El Nusra bû. Li Dêrazor, Dera û Hema tevlî şer bû. 2015’de dema li Hamayê Emîrê El Nusra bû û şer dikir van wêneyan di medyaya civakî de parvekiribû. 2016’de koma çeteyên ji aliyê Tirkan de tên destek irin tevlî Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye .

11 – Nasnav Ebû Fêsel Elnihêmî

1990 li Temdurê dayîkbûye.2014’de li Humisê tevlî DAIŞ’ê bû. Çekên giran ên DAIŞ’ê bi kar dianî û perwerdeyên leşkerî dida. Derbasî Idlibê bû û li vê derê bi koma çeteyên Feyleq El Şam re tevlî şer bû. Ji vê derê bi 20 çeteyan ve ji vê komê qut dibe û tevlî Tugaya Sultan Murat dibin. Niha li Serêkaniyê ye.

12 – Nasnav Ebû Omer Elhatim

32 salî ye, li Reqayê li herêma Kesrat Cimha dayîkbûye. 2015’de tevlî DAIŞ dibe. 2017’de li ser Helebê re derbasî Ezazê dibe. Bi koma çeteyên Ehrar El-Şerqiyê re li cem dewleta Tirk tevlî dagirkirina Serêkaniyê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

13 – Ebû Silêman Elminbicî

34 salî ye li Minbic hatiye dinê. 2015’de li Reqa tevlî DAIŞ dibe. 2017’de derbasî Ezazê dibe, tevlî koma çete ya Ehrar El-Şerqiyê dibe. Bi dewleta Tirk re tevlî dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.

14 – Nasnav Ebu Wefa El Tunisî

35 salî ye li Tunisê dayîkbûye. Bi ser Tirkiye re 2014’de tevlî DAIŞ’ê bû. Li Reqa Emîrê Şerî yê DAIŞ’ê bû. Piştre bi heman erkê veguhestin Dêrazorê. Endamên çete yên nû re perwerdeya şerî û leşkerî dida. 2017’de derbasî Ezazê bû û tevlî koma çeteyên Ehrar El-Şerqiyê bû. Di nava vê koma çeteyan de bi nasnavê Ebû Wefa perwerde daye. Niha li Serêkaniyê ye.

15 – Edehem Feteh Elşikerçî

1999 li bajarê Dêrazorê dayîkbûye. 2013’de li Dêrazorê tevlî DAIŞ’ê dibe. Li Soxne, Temdur û Dêrazorê tevlî şer dibe. 2017’de derbasî Bab û Ezazê dibe. Li Helebê tevlî komên çete yên ji aliyê Tirk ve tên destekkirin de tevlî şer dibe. Niha li Serêkaniyê ye.

16 – Ehmed El-Elî El-Casim El-Omer: Nasnav Ebu Iselam El-Şami

28 salî ye ji Suriyê navçeya El Kesrat dayîkbûye. 2015’de ji Reqa tevlî DAIŞ’ê dibe. Çekên giran bikar aniye, 2017’de derbasî El Raî dibe ji vêderê jî tevlî Ehrar El-Şerqiyê dibe. Niha li Girê Spî ye.

17 – Ehmed Elhamid: Nasnav Ebû Furat Elhimsî

1994 li Sûriyê bajarê Temdur hatiye dinê. 2015’de tevlî DAIŞ’ê bûye. Sabotajciyê DAIŞ’ê ye. 2017’an derbasê Ezazê dibe û li vêderê tevlî Tûmena El-Hemza dibe.

Di wêneyê yekemîn de li DAIŞ di wêneyê duyemîn de li cem çeteyên Tirk xuya dike.

18 – Ehmed Xalid El-Rehmûn: Nasnav, Ebû Mariya El-Ensarî

1993 li Şamê tê dinê . 2013’de tevlî Artêşa Azad ya Sûriyê dibe. Di çarçoveya bernameya perwerde – arastekirinê de di bin wêneriya DYA-Tirkiyê de perwerdeya çekan dibîne. 2014’de ji Artêşa Azad vediqetê û tevlî DAIŞ’ê dibe.

2016’de derbasî Idlibê dibe, piştre jî derbasî Tûmena El-Hemza dibe. Ji Mistefa El-Lûbnanî perwerdeya çeka dibîne. Niha li Girê Spî ye.

Hem li cem DAIŞ û hem jî li cem El Hamzat du wêneyên wî hene.

19 – Elî Hesen Taha: Nasnav, Ebû Dewle Harûn

27 salî ye li Dêrazorê taxa Miwezfîn hatiye dinê. 2015’de li Şedade tevlî DAIŞ’ê bûye. 2017’de derbasî Ezazê dibe, tevlî koma çete ya bin sîwana Tirkan Ehrar El-Şerqiyê dibe. Niha li Serêkaniyê ye.

20 – Erwa Eshed Eldihêfis: Nasnav Ebû Semîr Elhimsî.

Girêdayî Humisê gundê El-Xinêfis dayîkbûye. 2014’de tevlî DAIŞ’ê bûye. Li Humis, Siwêda û Tenefê tevlî şer bûye. 2017’de çûye Tirkiyê. Cem Tugaya Sultan Murat bi navê dewleta Tirk li Babê tevlî şer bûye. Piştre dîsa di bin desteka dewleta Tirk de derbasî koma çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe. Bi tevî vê komê tevlî dagirkirina Serêkaniyê bû.

Di wêneya yekemîn de dema bi navê DAIŞ şer dikir, yê duyemîn de komên çeye yên ji aliyê Tirkan de tên destek kirin de tê dîtin

21 – Fayiz El-Ebid El-Kerîm: Nasnav Ebû Fatime Elreqawî

23 salî ye li Reqa dayîkbûye. 2014’de tevlî DAIŞ’ê bûye. Li cem DAIŞ’ê berpirsyarê cebilxanê bû. 2018’de tevlî Tûmena El Hemza bû û tevlî şerê dagirkirina Efrin bû. Niha li Serêkaniyê ye.

Wêne dema ku li cem DAIŞ şer dikir hatiye kişandin.

22 – Fedî Qoseyî Sultan: Nasnav Ebû Tirab Elşamî

23 salî ye li Şamê hatiye dinê. 2015’de tevlî DAIŞ’ê bûye. Reqa, Humis û Dêrazorê tevlî şer bûye. 2017’de li ser Helebê derbasî Ezazê bûye û piştre tevlî Ehrar El-Şerqiyê bûye. Niha li Girê Spî ye.

Di wêneyê de dema li cem DAIŞ şer dike.

23 – Fehid Selûm El-Idlibî: Nasnav Ebû Elî Hewaciz

27 salî ye li Idlibê hatiye dinê. 2014’de li Reqa tevlî DAIŞ’ê bûye. 2017’de derbasî milê di bin kontrola dewleta Tirk dibe tevlî koma çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe. Piştre jî bi artêşa dewleta Tirk re di êrîşên dagirkirinê de cih girt. Niha li Girê Spî ye.

Ev wêne dema ku li cem DAIŞ ’ê şer dikir.

24 – Fehid Xelef El-Elî El-Seyid: Nasnav Seyîf El-İslam

1998’de li Girê Spî hatiye dinê. 2015’de li Reqa tevlî DAIŞê dibe. Li Reqa û Dêrazorê tevlî şer bû. 2017’de derbasî Ezazê dibe û tevlî Tûmena El-Hamza dibe. Tevî vê koma çeteyan tevlî dagirkirina Serêkaniyê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

Ev wêne dema cem DAIŞ şer dikir hatiye kişandin.

25 – Fehid Xelef Nercis: Nasnav Ebu Xewle Mudadat

23 saliye li Dêrazor dayîkbûye. 2014’de tevlî DAIŞ’ê dibe. Li Reqa û Dêrazorê tevlî şer dibe. 2017’de derbasê Helebê dibe û li vir tevlî Ehrar El-Şerqiyê dibe. Tevî vê koma çete ve tevlî dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Silûk e.

26 – Ferec Ehmed Elseyîd: Nasnav Ebû Ebas Elêraqî

Li Dêrazor hatiye dinê. 2014’de tevlî DAIŞ’ê dibe. Tevlî şerê Dêrazor û Reqa dibe. 2017’de derbasê Helebê dibe û li vir tevlî koma çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe. Di bin çavdêriya dewleta Tirk de tevlî dagirkirina Serêkaniyê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

27 – Hemîd Elwan Elhesin: Nasnav Ebû Selha Tew

23 salî ye li Dêrazor dayîk dibe. 2014’de li Hesekê tevlî DAIŞ’ê dibe. 2017’de derbasî Ezazê dibe û ji vê derê tevlî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe. Bi dewleta Tirk re tevlî dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.

Di wêneyê de dema li cem DAIŞ şer dikir tê dîtin

28 – Hesen Xelîf El-Omer: Nasnav: Ebû Omer El-Farûq

19 salî ye li Reqa dayîkbûye. 2017’de derbasî Heleb’ê dibe li vir tevlî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe. Bi dewleta Tirk re tevlî dagirkirina Serêkaniyê dibe. Niha li Serêkaniyê ye.

Ev wêne dema ku li DAIŞ ’ê bû hatiye kişandin.

29 – Hesen Xilêf Elhesûnî: Nasnav Ebû Ebdelah Xerîte.

37 salî ye li Dêrazor hatiye dinê. 2015’de li Dêrazorê tevlî DAİŞ’ê dibe. 2017’de derbasî El-Ria dibe, destpêkê tevlî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe, piştre jî tevlî koma çeteyên Tûmena El-Hemza dibe. Di bin çavdêriya dewleta Tirk de tevlî dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.

30 -Husam El-Idlibî: Nasnav Ebû Mihemed Elemnî

37 salî ye li Idlibê hatiye dinê. 2014’de li Reqa tevlî DAIŞ’ê bû. 2017’de derbasî Ezazê dibe û li vir tevlî çeteyên dewleta Tirk dibe. Bi çeteyên Ehrar El-Şerqiyê re tevlî şerê dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.

Ev wêne dema ku li DAIŞ ’ê bû hatiye kişandin.

31- Huzeyîfa Sehid: Nasnavê wî, Ebu Zêd

Li navçeya Kesra Cumha ya girêdayî Reqayê hatiye dinê. Di sala 2015’an de li Reqayê tevlî DAIŞ’ê bû, li cem DAIŞ’ê şer kir. Di sala 2017’an de ji navçeya Hezîma ya Reqayê derbasî Ezazê bû û tevlî Tugaya Sultan Murad bû. Niha li gel koma Ehrar El Şerqiye li Girê Spî ye.

32 – Macîd El Xalid (Hec Macid): Nasnavê wî, Heci Ebu Omer El-Ensarî

Di sala 1983’yan de li Humisê hatiye dinê. Di destpêka şerê navxweyî yê Suriyeyê de di nava koma Liwa El Heq de li navçeya El-Igerbat a girêdayî bajarê Hamayê bû. Di sala 2014’an de li Hemayê tevlî DAIŞ’ê bû. Yek ji kesên ku di rêxistinkirina Hemayê de cîh digirt bû û emîrê leşkerî yê parêzgeha Hemayê bû. Bi Tirkan re têkilî çêkir û bi koma xwe re çû Idlibê. Li Idlibê jî bû berpirsyarê Tumena El-Hemze û li gel Tirkan êrişî hêzên QSD’ê kir. Niha li Serêkaniyê ye.

33- Mesna Xelîl El Hesen: Nasnavê wî, Ebu Aîşe El Tibnî

25 salî ye, navê dayîka wî Xedîce ye. Di sala 2013’an de li navçeya Til Tibnî ya girêdayî Dêrazor tevlî DAIŞ’ê bû û li eniyên Dêrazorê cîh girt. Heta sala 2017’an li navçeya Suxna berpirsyarê komek leşkerî bû. Piştre reviya navçeya El-Raî ya girêdayî Helebê û tevlî koma Usud El Şerqiye bû. Niha li Girê Spî ye.

34 – Mihemed Asim El Sebra: Nasnavê wî, Ebu El Hari El Ensarî

Di sala 1996’an de hatiye dinê. Di sala 2104’an de li bejahiya Humisê tevlî DAIŞ’ê bû. Li Şamê girêdayî emîrê bi navê Ebû Mihemed di qada teknîkê de kar dikir. Di destpêka sala 2017’an herêma baregeha Tenef a Amerîkayê tevlî Artêşa Azad bû û ji leşkerên Amerîkayê perwerde girt. Piştre li Ezazê hat erkdarkirin û piştî 3 mehan tevlî Tumena El Hemza bû. Di dagirkeriya Efrînê de cîh girt, niha jî li Girê Spî ye.

35-Mihemed Besam Misto

Di sala 1995’an de li Idlibê hatiye dinê, navê dayîka wî Nura ye. Di sala 2015’an de li herêma Cisir El-Şixur tevlî El-Nusrayê bû. Di sala 2017’de tevlî Tumena El-Hemza bû û niha li gel Tumena El-Hemza li Silûkê dimîne.

36 – Mihemed Ehmed Siwês: Nasnavê wî, Ebu Ehmed El Humusî ye

Di sala 1995’an de li Humisê hatiye dinê. Sala 2015’an li Şamê tevlî DAIŞ’ê bû. Di êrîşên li ser Tenef û Tedmur de cih girt. Piştre tevlî koma Ehrar El Şerqiye bû û ji Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî girt. Piştî perwerdeya leşkerî di êrişên Efrîn û Şehbayê de cih girt. Niha li Girê Spî ye.

37 – Mihemed Elbedireh: Nasnavê wî Ebu Cilêbib e

Sala 1994’an li Humisê hatiye dinê. Di sala 2015’an de li Humisê tevlî DAIŞ’ê bû û di êrişên Şehar, Teyfur û Cezra de cih girt. Di sala 2017’an de bi riya yekîneya ewlekariyê ya bi navê Beşaîr çû Ezazê. Sala 2018’an tevlî Tumena El Hemze bû û di êrîşên ser Şehbayê de cih girt. Niha li Serêkaniyê ye.

Wêneyê ku nîşan dide Mihemed di nava DAIŞ’ê de ye. Wêneyê ku niha nîşan dide niha di nava Tugaya Sultan Murad de ye.

38 – Mihemed El Hemdan: Nasnavê wî: Decane Iraqî

Sala 1980’yan li Iraqê hatiye dinê. 2003’yan derbasî Suriyeyê bû û li Humisê bicîh bû. Yek ji damezirînerên DAIŞ’ê ye. Li çolistanê emîrê leşkerî bû. Di êrişên ser Humis, Şam û Hemayê de cih girt. Sala 2017’an ji Hemayê derbasî Idlibê bû û Tabûra Siqûr El-Badiyê ya girêdayî koma Sultan Murad ava kir. Piraniya endamên koma wî ji DAIŞ’iyan pêk dihat. Bi vê komê re tevlî dagirkeriya ser Efrînê bû. Niha li Girê Spî ye.

Wêneyê ku nîşan dide Mihemed El-Hemdan di nava DAIŞ’ê de cih girtiye. Wêneyê ku niha nîşan dide di nava Tuguya Sultan Murat de cih digire.

39 – Mihemed Enes El-Êbêd: Nasnavê wî: Enes El-Herbî

Di sala 1995’an de li Humisê hatiye dinê. 2015’yan li Humisê tevlî DAIŞ’ê bû û di êrîşên ser Tedmur, herêma Tenef û Heqil El-Şahir de cih girt. Sala 2016’an di ewlekariya derve de hat erkdarkirin. Piştre tevlî Tugaya Sultan Murad bû. Li Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî dît. Tevlî koma Ehrar El Şerqiye bû. Di êrişên ser Efrîn û Til Rifat de cih girt. Niha li Girê Spî ye.

40- Mihemed Omer El-Berxeş, nasnav: Ebû Xalid Eyaş

23 salî ye. Li navçeya Eyaş a Dêrazorê hatiye dinê. Navê dayika wî Zehra ye. Di sala 2014’an de li navçeya El-Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû û berpirsyarê çekên giran bû. Çû Minbicê û di sala 2016’an de jî reviya Ezazê. Tev li Ehrar El-Şerqiyê bû û niha li gel vê komê li Girê Spî ye.

41- Mihemed Mihêdîn El-Erendes, nasnav: Ebû El-Rîm

Li Humsê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li Artêşa Azad bû û li Urdunê ji amerîkayiyan perwerde girtiye. Di sala 2014’an de ji amerîkayiyan çek dizîn, reviya û tev li DAIŞ’ê bû. Li Şamê bû emîr. Sala 2016’an wekî ewlekariya derve hat erkdarkirin. Çû Idlibê û ji tirkmenan perwerde girt. Piştre jî tev li Tumena (Firqet El-Hemzat) bû. Li gel vê komê tev li êrişên li ser Efrîn û Til Rifatê bû. Niha li Girê Spî ye û ji mayinkirinê berpirsyar e.

42 – Mihemed Xidir El-Elwanî, nasnav: Ebû Îslam El-Ensarî 

Li Dêrazorê hatiye dinê û 35 salî ye. Navê dayika wî Sûad e. Di sala 2013’an de li navçeya El-Cedîd Egêdat a girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Li Dêrazorê wekî emîrê berpirsyarê cebilxaneyê hat erkdarkirin. Li vir salekê ma, piştre derbasî Reqayê bû û li navçeya Kesret Cimha heman erk berdewam kir. Sala 2017’an reviya navçeya El-Raî ya girêdayî Helebê û tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Li gel vê komê tev li êrişên li ser Serêkaniyê bû.

43-Mihya El-Hemdûş, nasnav: Ebû Nûr 

Li Helebê hatiye dinê, 25 salî ye. Navê dayika wî Nûriya ye. Di sala 2014’an de li Balefirxaneya Tebqa tev li DAIŞ’ê bû û li Idlibê di êrişên ser baregeha Kiwêris a hewayî ya leşkerî de cîh girt. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li koma Ehrar El-Şam bû. Niha li Girê Spî ye.

44 – Mistefa Mihemed El-Cayir, nasnav: Ebû Yasir El-Şamî

Li herêma Sifîra ya girêdayî Helebê hatiye dinê. Navê dayika wî Seher e. Sala 2014’an li Reqayê tev li DAIŞ’ê bû. Li herêma El-Xêr a Dêrazorê hat erkdarkirin û salekê li vir ma. Piştre ew şand Reqayê û bû berpirsyarê parêzgeha Humsê. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û tev lI Ehrar El-ŞerqiyÊ bû. Niha li Girê Spî ye.

45 – Munîr Xelîl: 

Sala 1997’an li Şamê hatiye dinê. Sala 2015’an tev li DAIŞ’ê bû. Di êrişên li ser Şam, baregeha hewayî ya Teyfur û Xotayê de cîh girt. Ew şandin Hemayê û piştî ku li gel koma xwe ket çemberê, xwe vekişand Idlibê. Li Idlibê tev li koma El-Hemzet bû. Niha li Girê Spî ye.

46 – Mûsa Hemed El-Mûsa, nasnav: Ebû Ferec Bekesî

Li navçeya Eyaş a girêdayî Dêrazorê hatiye dinê, 27 salî ye. Navê dayika wî Fuziye ye. Di sala 2014’an de li navçeya El-Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Li Reqayê li cem artêşa El-Xilafa çekên wekî BKC’ê bi  kar anîn. Sala 2016’an reviya El-Raî û tev li koma Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.

47- Mûsa Hesen, nasnav: Ebû Ayîşe

 Li navçeya Eyaş a girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. 27 salî ye. Navê dayika wî Fitme ye. Sala 2014’an li navçeya Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Bû berpirsyarê çekên wekî 23 MT. Li gel 40 endamên DAIŞ’ê reviya El-Raî. Li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû û di rêveberiya leşkerî de cîh girt. Niha li Serêkaniyê ye.

48 – Mûsa Mihemed El-Niklawî, nasnav: Fatme El-Qenas

35 salî ye, li navçeya El-Teyane ya girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. Sala 2014’an li navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê tev li DAIŞ’ê bû. Di artêşa Xîlafa de wekî sekvan (suîkastçî) hat erkdarkirin. Li Reqayê di êrişên ser Til Bêha de cîh girt. Sala 2017’an reviya El-Raî û di koma Ehrar El-Şerqiye de wekî sekvan cîh girt. Niha li Girê Spî ye.

49 – Qeys Mihemed El-Şêx, nasnav: Ebû Mihemed El-Tebqawî

Di sala 1995’an de li Tebqayê hatiye dinê. Endamê eşîra El -Nasir e. Navê dayika wî Xaliye El-Şêx e. Sala 2013’an tev li El-Nusra bû. Di bin fermana emîrê bi navê Ebû Îsa El-Cebha de cîh girt. Sala 2013’an di êrişên dijî Serêkaniyê de cîh girt. Li gundê Til Helef ji zikê xwe birîndar bû. Sala 2016’an ew şandin Hemayê, ji wir jî çû Idlibê û bû parêzvanê Emîre Şerhiyê yê bi navê Ebû Mihemed. Sala 2017’an tev li koma Ehrar El-Şam bû. Di êrişên ser Efrînê de cîh girt. Niha li Girê Spî ye. 

50 – Qûsey Seîd El-Ezîz, nasnav: Ebû Seîd El-Humsî

Di sala 1991’an de li navçeya Xinêfîs a girêdayî Humsê hatiye dinê. Li nava Liwa El-heq a girêdayî Artêşa Azad, di bin fermana emîrê bi navê Ebû Ayid de cîh girt. Sala 2014’an tev li DAIŞ’ê bû û di şerên li Şam, Hums û Hemayê de cîh girt. Di sala 2017’an de bi rêya rayedarên Tirk li gel komek endamên DAIŞ’ê ji Tedmurê derbasî Idlibê bû. Ji aliyê Tirkiyeyê ve hat perwerdekirin û derbasî Babê bû. Tev li êrişên ser Efrînê bû. Di navbera Tumena El-Hemze û endamên DAIŞ’ê yên li çola (Sehra) Tedmurê de pêwendî çêkirin û rê vekirin ku derbasî Cerablusê bibin û tabûra xwe ava kir. 150 kesên di tabura wî de cîh digirin, niha li Serêkaniyê di navbera Şerdan û El-Aliye de dimînin. Şûseyî niha li El-Aliyayê ye.  

51- Rehed Husên El-Wekah, nasnav: Ebû Basil El-Şamî

22 salî ye, li navçeya Tibnî ya girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. Navê dayika wî Fitme ye . Sala 2015’an tev li DAIŞ’ê bû û li Reqayê di artêşa Xîlafet de hat erkdarkirin. Piştre ew şandin Humsê, di êrişên li ser Tedmurê de cîh girt. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.

52 – Rehid Îsa El-Berxeş, nasnav: Ebû Zeyneb

34 salî ye, li navçeya Eyaş a Dêrazorê hatiye dinê. Sala 2013’an li navçeya El-Tibnî ya Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bûye. Ji kuştina gelek sivîlan berpirsyar e. Di êrişên li ser Kobanê de cîh girt. Sala 2017’an reviya El-Raî û tev li Ehran El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Sipî ye.

53- Ridwan El-Humsî, nasnav: Ebû Haris

28 salî ye, li navçeya Ebû Kemal a Dêrazorê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li DAIŞ’ê bûye. Bû emîrê Hisbê, piştre ew şandin Humsê. 7 mehan li Humsê ma, piştre vegeriya Reqayê û bû emîrê zekatan. Piştre reviya Ezazê û sala 2017’an tev li Tugaya Sultan Murad bû. Niha li Serêkaniyê ye û perwerdeya şerî dide.

54 – Rifat Îbrahîm El-Ikil, nasnav: Ebû Rebî El-Ensarî

Sala 1990’an li Şamê hatiye dinê. Di sala 2014’an de li Humsê tev li Tabûra Riyad El -Salihîn bû û berpirsyarê çekên giran bû. Piştre çû Idlibê û tev li Tumena El-Hemze bû. Sala 2018’an tev li êrişên ser Efrîn û Til Rifat bû. Niha li Girê Spî ye.

55 – Salim Turkî El-Enterî, nasnav: Ebû Sedam El-Ensarî

li Tedmurê hatiye dinê, endamê Eşîra El-Emur e. Sala 2014’an li Badiya tev li DAIŞ’ê bû. Li Badiya wekî emîrê leşkerî erk girt û tev li êrişên ser Tedmur û Tenef bû. Sala 2017’an tev li koma Ehrar El-Şerqiyê bû, di êrişên li ser Efrîn û Til Rifat de cîh girt.

Niha li gel koma bi navê Lîwa 123 Ûle li Serêkaniyê ye. Di dîmenên ku qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef de, cîh digire.

56 – Samîr Elî El-Rawî, nasnav: Ebû El-Haris El-Iraqî

23 salî ye, li Iraqê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li DAIŞ’ê bû û derbasî bajarê Reqa yê Sûriyê bû. Li gundê Kesrat ê Reqayê berpirsyarê perwerdeya teqemeniyan bû. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li Ehrar El-Şerqiye bû. Niha li Girê Sipî ye.

57 – Samîr El-Nasir Elanî, nasnavê: Xebab El-Iraqî

30 salî ye, li Iraqê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li DAIŞ’ê bû. Li Sehrayê wekî emîrê leşkerî hat erkdarkirin. Sala 2015’an li Hesekê wekî emîr, piştre jî li Reqayê wekî berpirsyarê eniyê hat erkdarkirin. Piştî demeke kurt reviya Ezazê û li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.

58 – Samîr Mihemed El-Bexdadî, nasnav: Ebû Bekir Tehsînet

32 salî ye ji herêma Çelebiyê ya Dêrazorê ye. Sala 2014’an li herêma Şedadê ya Hesekê tev li DAIŞ’ê bû. Li Dêrazor û Reqayê maye. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li Tumena El-Hemze bû. Niha li Serêkaniyê ye.

59 – Seîd Huzeyifî, nasnav: Ebû Abdulah El-Cezrawî

37 salî ye, ji Erebistana Siûdiyê ye. Li Siûdiyê hiqûqa şerîî xwendiye. Di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyê bû. Sala 2015’an li Reqayê tev li DAIŞ’ê bû. Li navçeya Şedadê ya Hesekê bû Qadiyê Şerîî (dadmend). Sala 2016’an bi heman erkê derbasî herêma Şimtiya ya Dêrazorê bû. Li vir 7 mehan ma. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Serêkaniyê ye. Wekî di dema DAIŞ’ê de, niha jî biryara înfazkirina dîlan (esîran) dide.

60 – Semîh Fûad Yazilcî, nasnav: Ebû Welîd El-Dêrî

21 salî ye, li Dêrazorê hatiye dinê. Sala 2015’an li Reqayê tev li DAIŞ’ê bû. Di şerên Reqayê de cîh girt. Sala 2017’an reviya El-Raî û tev li Ehrar El-Şerqiye bû. Niha li Girê Spî ye.

61 – Samîr El-Xalîd El-Ebid El-Omer, nasnav : Ebû Silêman El-Ensarî

22 salî ye, li Reqayê hatiye dinê. Sala 2015’an li navçeya Sêf El-Dewla ya Reqayê tev li DAIŞ’ê bû. Di şerên li bejahiya Reqayê de cîh girt, piştre derbasî Dêrazorê bû. Li gel komeke ji 40 kesan pêk tê, di êrişên ser Panorama de cîh girt. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li Tugaya Sultan Murat bû. Tev li dagirkeriya li ser Silûkê bû, çekên giran bikar tîne.

62- Sofyan El-Qişhim, nasnav: Ebû Sofyan El-Nihêmî

Sala 1985’an li Tedmurê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li DAIŞ’ê bû. Yek ji damezirînerên DAIŞ’ê yên li Sûriyê ye. Li Şamê wekî berpirsyarê leşkerî tê nasîn. Di êrişên li ser Tedmur, Hums, Hema û herêma Tenef de cîh girt.

Li herêmên Hema, Siwêda û Selemiyê ji revandin û qetilkirina Îsmaîlî û Durziyan berpirsyar e. Erkdarê tenduristiyê Peter Kassîg ê amerîkayî li Idlibê revand, serê wî jê kir û dîmenên wî li ser Yuotubê weşandin. Wekî yek ji DAIŞ’iyên ku der barê wan de herî zêde biryara girtinê heye tê zanîn. Li gel komeke ji 150 kesan pêk tê, çû Idlibê û koma bi navê Lîwa El-Şuheda ava kir. Di kordîneya êrişên li dijî Serêkaniyê de cîh digire.

63 – Şerîf Elî Esbiro: 

1987 li Idlîb’ê hatiye dinê. Di sala 2014‘an de ji Idlibê tev li El-Nusra bûye. Li herêmê weke berpirsê asta jor hatiye erkdarkirin. Di 2017’an de derbasî Ezazê dibe û li vir tev li çeteyên di bin vêneriya dewleta Tirk Ahrar El-Şerqiyê dibe. Tevî vê koma çete beşdarî dagirkirina Efrînê dibe. Bi Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê re di 9’ê Cotmehê de tev li êrişên dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Silûkê ye.

64 – Tariq Abdulezîz El-Dêrî, nasnav: Ebû Omer El-Dêrî

 27 salî ye li Dêrazor hatiye dinê. Di 2015’an de li Şedadê tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Reqayê bûye.  2016’an ji Halebê direve û diçe Ezazê. Li vir tevî komên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li cem dewleta Tirk tev li êrişên dagirkirinê dibe. Cihê xwe di destpêka êrişên li dijî Girê Spî de digire. Niha li Silûkê ye.

65 – Tariq Qasim El-Dêrî, nasnav: El-Hemşerî

27 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. 2016‘an li Reqa tev li DAIŞ’ê bû. Gelek êrişên bombeyî ku yên li herêmê qewimîne bi rêxistin kirine. di 2017’an de di Halebê re derbasî Ezazê bûye. Tevî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê tev li êrişên dewleta Tirk a li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye. Niha li Girê Spî ye.

66 – Xelef El-Hac Omer, nasnav: Ebû Abdulah Xerîta

Li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2014’an de di vî bajarî de tev li DAIŞ’ê bûye. 2016‘an derbasî Halebê dibe û ji vir jî tev li çeteyên dewleta Tirk dibe. Tevî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û komên destpêkê yên êrişê Girê Spî kirine cih girtiye. Niha li Silûkê ye.

67 – Xalid El-Hecacî El-Hezaî, nasnav: Ebû Fêsel El-Ensarî

Sala 1990‘î de li Humsê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Li balafirgeha El-Teyfûr di şer de maye. Di 2017’an de derbasî Idlibê dibe û ji wir jî derbasî Tirkiyê dibe. Ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye perwerde kirin. Di dagirkirina Efrînê de cih girtiye. Di nava çeteyên Tugaya Sultan Murad de, koma çeteyên yekemîn yên ku êrişê Serêkaniyê kirin de, cih girt. Wêneyên wî di çapemeniyê de jî derketin. Niha li Serêkaniyê ye.

68 – Xelef Hîlal El-Ebid El-Omer, nasnav: Ebû Omer Mehdan

37 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2015’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Doçka û çekên giran ên din bi kar anîne. Li Reqa û Kobanê tev li şer bûye. Di 2017’an de direve û diçe Helebê. Ji dîmen û wêneyan  hat dîtin ku tevî komên çete yên Ehrar El-Şerqiyê bi dewleta Tirk re tev li dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.

69 – Xesan Elî El-Kurdî

Li Hesekê  ji dayik bûye û 27 salî ye. Di 2015’an de li Şedadê tev li DAIŞ’ê bûye. Dîroka qutbûna ji DAIŞ’ê nayê zanîn. Herî dawî li gorî dîmen û wêneyên di çapemeniyê de derketine, bi çeteyên Ehrar El-Şerqiyê re tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Serêrekaniyê bûye. Niha li Serêkaniyê ye.

70 -Xetab Elî El-Mislawî, Nasnav: Ebû Xetab El-Iraqî

 Li Iraqê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Hesekê, Dêrazor û Tebqa bûye. Sala 2017‘an dema ku Reqa ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin revî Helebê. Piştre tev li çeteyên dewleta Tirk bû. Niha li Serêkaniyê ye.

 71 – Xetab Mihemd El-Xidir

 24 salî ye. Ji Helebê ye. 2015‘an li Tebqayê tev li DAIŞ’ê bû. Çekên giran ên weke obûs û hawan baş bi kar tîne. Di 2017’an de reviye Helebê. Tevî komên çete yên Ehrar El-Şerqiyê bi dewleta Tirk re êrişî Girê Spî kir. Niha li Girê Spî ye.

72 – Xezwan El-Şimerî El-Ebid, nasnav: Ebû Merwan Şerhî

 30 salî ye û li Şamê hatiye dinê. Di sala 2014’an de li Reqa tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê li Mûsil, Dêrazor û Reqa bûye. Di sala 2017’an de derbasî Ezazê dibe û li wir jî tev li komên çete yên dewleta Tirk Ehrar El-Şerqiyê dibe. Di êrişa Girê Spî de cih girtiye û wisa tê payîn ku niha li navenda bajêr e.

73 – Yehya, nasnav: Ebû Zekriya El-Ensarî

Di 1994’an de li Humsê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Hema û Helebê bûye. Ji wir derbasî Tirkiyê bûye. Ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye perwerdekirin. Di bin navê Tûmena El-Hamza de tev li dagirkirina Efrînê bûye. Niha bi çeteyên dewleta Tirk re li Girê Spî ye.

Bi DAIŞ û leşkerên Tirk re, wêneyên wî yên hatine kişandin, hene.

74 – Yehiya Ewad El-Cerad, nasnav: Ebû Mihemed El-Humsî

Di 1992’an de li Humsê ji dayik bûye. Di 2014’an de li Hema tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Şam, Hema û Humsê bûye. Di 2017’an de tevî 15 kesan derbasê  Tirkiye bûye. Ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye perwerdekirin. Tev li dagirkirina Efrînê bûye. Di 9’ê Cotmehê de bi çeteyan re êrişî Serêkaniyê kir. Niha li Serêkaniyê ye.

Dema ku li cem DAIŞ’ê wêneyên wî yên hatine kişandin, hene.

75 – Yehqûb El-Dêxim, nasnav: Ebû El-Wês

Di 1992’an de li Idlibê ji dayik bûye. Di 2014’an de li Idlibê tev li El-Nusra bûye. Di 2018’an de derbasî Cerablus dibe û tev li çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe. Bi dewleta Tirk re tev li êrişên dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.

76 – Ziwêbir  Abdulfetah El-Hac Ebid 

Di 1995’an de li Tebqa hatiye dinê. 2013 tev li El-Nusra dibe û di nava çeteyên ku êrişê Serêkaniyê kiriye de, cih girt. Derbasî Ezazê bû. Bi çeteyên Ehrar El-Şam re tev li dagirkirina Efrînê jî bû. Di 9’ê Cotmehê de bi dewleta Tirk re êrişî Girê Spî kir. Niha li Girê Spî ye.

77- Mihemed Casim El-Reşo

Ji Serêkaniyê ye. Bavî wê Casim El-Reşo berê mîrê DAIŞ‘ê bû. 24‘ê Cotmeha 2019‘an de dema DAIŞ‘iyê girtî yên li bajarokê Mebrûka hatin berdan li wir hate dîtin. Di sala 2014‘an wî û bavê xwe li Girê Spî komkujî derqê sivîlan de pêk anîn. Piştî rizgarkirina Girê Spî ji aliyê YPG‘ê reviyan Tirkiyê, piştre dîsa vegeriyan.