Mazlûm Ebdî: Di lihevkirina Minbicê de me erkên xwe pêk anîn û ev mijar qediya ye

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku pirsgirêkên li rojhilatê Firatê diqewimin, tu eleqeya xwe bi Minbicê tune ye, Minbic niha aram e, gelê herêmê xwe bi rê ve dibe û got: “Me erkên xwe yên lihevhatina li Minbicê yek bi yek pêk anîn.”

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî 3’yemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji ajansa me re axivî.

Ebdî di destpêka axaftina xwe de ji bo salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê got: “Salvegera sêyemîn ya rizgarkirina bajar û gundewarên Minbicê, destpêkê li gelê Minbicê û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz be. Di kesayeta şehîd Ebû Leyla de tevahî şehîdên pêvajoya rizgarkirina Minbicê bi bîr tînim. Em soz didin şehîdên xwe ku dê Minbic bê parastin û Minbic bibe beşek esasî ji Sûriyeyeke pêşerojê.”

‘Rizgarkirina Minbicê serkeftineke dîplomatîk û siyasî bû’

“Hemleya Minbicê ne tenê leşkerî, dîplomatîk û siyasî jî bû. Hemle bi şêwazekî afirînêr pêk hat. Wê demê hêzên YPG’ê li Kobanê bûn. Bi daxwaza alîkariyê re me jî Meclisa Sivîl a Minbicê û li ser daxwaza Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxwaza alîkariya rizgarkirina Minbicê ji me kir. Gelek kesan dixwest werin Minbicê. Destpêkê ev hêzên niha li gel dewleta Tirk û rejîma Sûriyê jî daxwaza çûna Minbicê dikir. Em spasiya gelê Minbicê dikin ku wan tenê bawerî bi hêzên YPG/YPJ’ê anî. Her wiha hêza me jixwe di şerê Kobanê de nas kirin û em di şerê Kobanê de bi hev re bûn. Me jî daxwaza gelê Minbicê bi keyfxweşî pêk anî. Ev serkeftineke dîplomatîk û siyasî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû. Wan ji hêzên cîhanê re eşkere got em tenê bi YPG/YPJ’ê bawer dikin. Ev daxwaz jî kesên ku dixwest bi niyeta cuda bên Minbicê, pêşî li wan hate girtin.”

‘Li hemberî DAIŞ’ê qehremaniyeke mezin nîşan dan’

Ebdî diyar kir ku cara yekem hêzeke mezin bi hezaran leşker bi tank û topên xwe li hember dijminekî xurt wekî DAIŞ’ê, ava Firatê bi lehengiyeke mezin derbas kir û got: “Di hundirê du meh û nîvan de tax bi tax şerekî mezin hate kirin û Minbic hate rizgarkirin. 1’ê Hezîranê ev hemleya mezin dest pê kir û 15 Tebaxê de jî bi serkeftineke mezin bi dawî bû. Wek hêzên QSD û YPG me hem di rizgarkirina Minbicê de hem parastina Minbicê û hem jî ji bo pêşeroja Minbicê bê mîsogerkirin jî sozên xwe pêk anîn.”

‘Me di lihevhatina Minbicê de hemû erkên xwe pêk anîn’

Ebdî destnîşan kir ku wan hemû erkên lihevhatinên navneteweyî yên ku ji bo rizgarkirina Minbicê hatin çêkirin, pêk anîne û got: “Destpêkê me Minbic rizgar kir, piştî rizgarkirinê di hundirê du mehan de hemû hêzan xwe ji Minbicê kaş kirin. Lê belê tiştê ku dijminên me bawer nedikir û tê de hesab şaş kirin, ew bû ku valatî çênebû. Rast e hêzên YPG’ê ji Minbicê paşde kişiyan lê hejmara xwe pirtir jî kesên ku li ser rêka YPG’ê dimeşin û fikrên YPG’ê bawer dikin, Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwe xurt kir, Minbic parast û valatiya ewlekariya Minbicê dagirtin. Em spasiya vê hêzê dikin ku wan karî valatiya ku ji kişandina YPG’ê çêbû, dagirin.”

‘Mijara Minbicê qediyaye’

Ebdî anî ziman ku wan jî lihevhatina ku di navbera dewleta Tirk û Amerîkayê de hat çêkirin de îmzeya xwe lê xist û qebûl kir û got: “Bendên wê lihevhatinê û erkên ser milên xwe yek bi yek pêk anîn. Li dijî vê yên ku ev bend pêk neanîn û kêmasî kir, dewleta Tirk e. Me soz da bû ku hêz û musteşarê xwe bikişînîn, me pêk anîn. Me erkên xwe bi serkeftî pêk anîn û mijara Minbicê jî qediyaye.”