Mazlûm Ebdî: Divê ‘Herêma Ewle’ tevahiya sînor bigire nava xwe

Fermandarê Giştî ye QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî nirxandinên li ser ‘Herêma Ewle’ axivî û diyar kir ku li hemberî gef û êrîşên ku ji hêla Tirkiye ve pêşbikevin divê xeta di navbera çemên Firat û Dîcle de tevahî bigirin nava ‘Herêma Ewle‘.

ermandarê Giştî ye QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî nirxandinên li ser ‘Herêma Ewle’ ya di navbera sînorê Tirkiye-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me ANHA’re axivî. Ebdî diyar kir ku li hemberî gef û êrîşên ku ji hêla Tirkiye ve pêşbikevin divê xeta di navbera çemên Firat û Dîcle de tevahî bigirin nava ‘Herêma Ewle‘.

Ebdî careke din jî bibîrxist ku ew û dewleta Tirk bi awayekî nerasterast hevdîtinê dikin û mijara hevdîtinan hêj bi encam nebûye û go, ” Ji bo em bigihêjin encamekê hevdîtin didomin”.

Ebdî têkildarî ‘Herêma Ewle’ ya ku tê gotin dê di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de bê avakirin jî wiha got: “Me ji aliyan xwest ku tevahî sînor wekî ‘Herêma Ewle’ bê diyarkirin. Lê Tirkiye dixwaze vê yekî niha di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de destpêbike.”

Nirxandinên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ên li ser mijarên wekî: “Gef û êrîşên Tirkiye yên li dijî herêmê, Helwesta rejîma Sûrî ya li hemberî ‘Herêma Ewle’, ger hevpeymanek çêbibe dê bandora wê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û herêmên ku Tirkiye dagirkiriye dê çawa be” dê sibê bi awayekî berfireh di ajansa me ANHA’yê de bê weşandin.