Di partiyên Kurdî li Sûriyê, Pêşverû û Yekîtî -HEVPEYMANA KARÊ HEVPAR- ragihandin

Yek.dem- Çarşem 15 Gulana 2019an
Di kongirekî rojnamevanî de, Îro roja Çarşemê 15.05.2019 an, li hola Cigerxîn ya gongireyan – bajarê Qamişlo, bi beşdariya hin endam û kadroyên partî, kesayetiyen serbixwe û alavin ragihandinê, herdu partiyan (Partiya Demokart a Pêşverû ya Kurd û Partiya Yekîtî ya Demokrat a kurd Li Sûriyê) hevpeymaneke karê hevpar ragihandin. 
Despêkê, Mistefa Meşayêx cîgirê sekretêrê Yekîtî, pêşwaziya beşdaran kir, û Ehmed sulêman ji dêvla Ebdil Hemîd Derwîş sekretêrê Pêşverû deqa hevpeymanê ya bi Erebî xwend, û Mihyedîn Şêx Alî sekretêrê Yekîtî deqa bi Kurdî xwend.
Piştre, herdu sekretêran bi rengekî fermî Hevpeyman îmzekirin û bersivên ragihandinê dan.
Eve deqa hevpeymanê bi zimanê Kurdî:

HEVPEYMANA KARÊ HEVPAR
Wergera ji Erebî
Di encama têkiliyên li pêş, ên di navbera herdu partiyan de, Partiya Demokart a Pêşverû ya Kurd û Partiya Yekîtî ya Demokrat a kurd Li Sûriyê civatên berpirsiyar di navbera serkirdayetiya herdu partiyan de hatin lidarxistin, û di encam de, rêkeftina karê hevpar li ber ronahiya bingeh û xalên jêrî hate erêkirin:

Yek: Di warê nîştimanî Sûrî de:
A: Hemî hewildan bêne bikaranîn, bona cîbecîkirina aştî û aramiyê li welêt, piştî têkçûna şêweya ewlehî û leşkerî. Zarzimanê diyalog û gotûbêjê ligel karbidestiya navendî li Şamê bibe rêbaz û metod, herweha jî ligel hemî hêz û navnîşanên siyasî, civakî û rewşenbîrî, nexasim ên ku bi erênî xwe nêzî pêwistiya lidarxistina kongirekî niştimanî Sûrî gelemper dibînin, da ku giringî û erkên vekirina rûpelekî nû li xwe bigre, û bighêje encamên di xizmeta cîbecîkirina naveroka biryara Encûmena Ewlehî ya navdewletî jimar(2254) a ku tevan li ser erê kirine, bona peydakirina çareseriyê ji kirîza Sûrî re ya ku ji heyva Avdara sala 2011an de hatiye teqandin.
Herweha ji civata navdewletî û bi taybetî ji dewletên kartêker di pirsa Sûriyê de bête daxwazkirin, ku hewildanên xwe, bona peydakirina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re bikine yek.
B: Belavkirina çanda pejirandina yên dîtir, li ser bingeha bidûrxistina cudakarî û nefretkariya ku jêdera wê nexweşiyên quretiya netewî-olî an mezhebî ye, da ku lihevkirin û berfirehtirîn hêz û rêz bête li sazxistin, ji bo têkbirina pirojeyên islamî siyasî ya ku, baskên wê yên leşkerî û hovane cîbecî dikin, nemaze rêxistinên El-qayide ya terorist a ku gelek navan bikar tîne, û rêxistina “Daiş”.
C: Xebat bi hemî şêweyên rewa û di hemî waran de, da ku, Turkiya hêzên xwe yên dagirker ji bakurê welêt vekêşe sînorê xwe yê navdewletî, destpêk ji herêma Efrîn û Idlibê, di Ezaz, Bab û Cerablusê re derbas be, da ku rê li ber çareseriya ku ji kirîza Sûriyê re tête xwestin vebe, û bingeha têkiliyên cîrantiyeke bi rêkûpêk bi Turkiyê re bête avakirin. Herweha Colan a Sûrî ya di bin dagirkeriyê de ye li gor biryarên navdewletî yên rewa û naskirî li xwediyan vegere.
D: Tekezkirina bîrdoza demokratîk di nêzîbûna ji pirsa jinê re, bi armanca bikaranîna mafên wê yên serûber û bê kêmkirin. Herweha, domkirina berzkirina pirsa dadmendiya civakî, bona jinavbirina xizanî û nezaniyê.
E: Daxuyakirin û şirovekirina başiyên têgihaştin û sîstema nenavendiyê di rêvebirina karûbarên welêt de bi gelemperî, di çerçewa parastina yekîtî, aramî û serweriya Sûriyê ya herêmî de, digel destnîşankirina ku, weke nimûne, rist û sîstema bergirî, herweha ya siyaseta derve di istoyê navendê de dimînin. Û bêgoman, cîbecîkirina sîstema nenavendî, sivikkirina barê Navendê ye, herweha pêdivî û egerên biserxistina pilan û pirojeyên avakirin û geşepêdanê li seranserî herêm û parêzgehan peyda dike, û siyasetên guhnedan û danaliyekê bi dûr dixe.

Du: Di warê Kurdî û mafên daqurtandî de:
A: Tekezkirin li ser rastiya hebûna Kurd ku pêkhateyeke dîrokî, xwezayî, resen û beşek necuda ji gelê Sûrî ye, û bi serjimartinê di welêt de, duyemîn netew e piştî pêkhateya netewî ya Ereb e. Û hêjaye bibe xwedî mafê parastineke destûrî ji zimanê wî yê dê re, û mafên xwe yên netewî yên rewa jiyan bike.
B: Şermezarkirin û gunehbarkirina xwediyên pêdaçûna dijayetiya gelê Kurd, ên ku tovên nijadperestî û zikreşiyê li dijî hebûna wî diçînin û di serî de, xelekên Toranîzma nijadperest a Faşist a ku rêya xwe di herêmê de dibînin û bûne xwedî rol.
C: Zengînkirin û nûjenkirina xalên hevpar, şêweyên têkildarî û hevşêwrê, di çerçewa tevahiya livîna Kurd di welêt de, da ku rê vebe û derfet li pêş lihevkirinê, bidûrxistina xircir û durişmekariyê peyda bibe, bona pêkanîna lidarxistina kongirekî nîştimanî giştî ji Kurdên Sûriyê re.

Sê: Di warê netewî Kurdistanî, Herêmî û navdewletî de:
A: Rêzgirtina taybetmendî û rastiyên rojeva xebatê li her meydanekê li tevahiya warên Kurdistanî, da ku biryara siyasî li her beşekî serbixwe be, digel avakirin û geşkirina têkiliyên dostanî û biratiyê di navbera gelên herêmê de bona pirsên aştî û azadiyê.
B: Bibine xwedî rol di belavkirina pirensîp û çanda netundiyê û nefretkirina zimanê şer û pevçûnan di çareserkirina pirs û nakokiyan de, û berê xwe bidine zagona navdewletî û belgeyên Yekîtiya Netewan, nemaze jêderîna navdewletî ya mafên mirovan.
C: Danasîna giringiya cîbecîkirina biryar û dîtinên kongira Parîsê ya serokên dewletên cîhanê ya ku ji bona parastina heyam û jîngehê hatibû lidarxistin.
Soza herdu Partiyan ew e ku li gor bingeh û xalên jorî her dê xebatê bidomînin bona başî û berjewendiya gel û Sûriya me ya birîndar.

Ebdilhemîd Derwîş -Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya kurd li sûriyê
Muhyedîn Şêx Alî -Sekreterê Partiya Yekîtî Ya Demokrat a kurd li sûriyê

Çarşem 15ê Gulana 2019an.