Girtina 10 sivîlan li devera Efrînê ji alî grûpên çekdar ve

Grûpên çekdar ên alîgerên dewleta Tirkiyeyê li devera Efrînê binpêkirinên li dijî mafê mirovan berdewam dikin.
Li hêla Mabetlî, çekdarên Cebha Şamî nêzî 10 welatiyên kurd girtin. Li aliyekî din, heta niha kurê malbata Faiq Ebdo (ji meha sibatê de di zîndanên Cebha Şamî de ye) nehatiye serbestkirin tevî ku fîdya wî (100,000 LS) hatiye dayîn. Cihê welatiyekî din bi navê Mihemed Şêx Nesan (ji pêşiya meha adarê de girtiye) heta niha ne diyar e.