Dewleta Tirkiyeyê amadekariya referandomekê li devera Efrîn û hin deverên din dike

Ji dema dagirkirina devera Efrînê de, dewleta Tirkiyeyê hewil dide bi herhawî ku demografiya deverê biguhêre. Bi sedan penaberên ku li Tirkiyeyê bi cih bûbûn vegerandin û li Efrînê bi cih kirin ji bilî anîna grûpên çekdar tevî malbatên wan ji bajarê Şamê û derdorê piştî peymana ku di navberî Tirkiyeyê û Rûsiyayê de çêbû.
Dewleta Tirkiyeyê nedihîştin ku xelkê Efrînê vegerin cih û warên xwe û dest da li ser gelek mal û milkên welatiyan li wir bi hiceta ku peywendiya wan bi PYD re heye ya bi hikûmeta Sûriyeyê re. Ji bilî girtina hezaran welatî, îşkencekirin, û revandin di rêya komên çete yên alîgerên wê.
Ev demeke dirêj e ku dewleta Tirkiyeyê siyaseta belavkirina çand û zimanê xwe li deverên di bin kontrola wê de dike. Li deverên Babê, Cerablûsê, Izazê û hin deverên din, Tirkiyeyê rojane şahî û reklamên hikûmeta Tirkiyeyê di nav wan deveran de belav dike.
Mebesta wê referandomê parçekirina dewleta Sûriyeyê ye. Tirkiye dixwaze wan deveran tevlî xwe bike û ew plana wê ya sereke bû ji destpêka şerê Sûriyeyê de.