Hêzên Tirkiyeyê gundewarên rojhilatê bajarê Helebê topbaran dike

Topbarankirina gundewarên rojhilatê bajarê Helebê ji alî hêzên dewleta Tirkiyeyê berdewam e ji 2 rojên par de. Di encamê de hijmarek ji welatiyan ên di navberî hêzên PYD û Tirkiyeyê de dev ji cih û warên xwe berdan û bûne koçber û bi kêmayî 5 welatî jî birîndar bûn.
Duh 1 meha Gulanê, hêzên dewleta Tirkiyeyê gundê Helîse û derdora gundê Fafîn topbaran kirin. Li hêla devera Efrînê jî, hêzên Tirkiye û alîgerên wê nêzî 35 bombe avêtin nav gundê Şera.