Rojava: Hêzên Tirkiyeyê gundewarên li ser sînor topbaran dike

Hêzên dewleta Tirkiyeyê êrîşî gundê ‘‘Til Findir‘‘ Girê Findir kir bi çekên giran. Gundê Findir li rojavayê bajarê Girê Sipî, yê ya bi ser ve Reqayê ve diçe.
Ajansa North Press ragihand ku Cendirmeyên Tirkiyeyê bi doşka êrîşî wê deverê kiribû.
Gundiyên li ser sînorê Tirkiyeyê gazin û giliyên xwe bi berdewamî dikin li ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê. Ew êrîşên ku dibine sedema dev-berdana karên çotkariyê ji bilî rewşa nearam û tirsa kuştina wan bi guleyên cendirmeyan.
Welatiyê bi navê Hikmet Mihemed ku bi xwe ji gundê Girê Findir e bi ajnsa North Press re gotibû ku cendirmeyan nêzîkî 20 gule li ser wî û pezên wî barandin û bizehmetî karibû bireve. Hikmet diyar kir ku hêzên Amerîka li deverê ev rûdana dîtin lê nelivîn ji nuqteyên xwe. Li aliyê din, Hikmet dibêje ku ev 5 sal in ew nikare çandiniyê di zeviyên xwe bike ji ber ev rewşa nearam li wir berdewam e.
Hêja ye gotinê ku hêzên dewleta Tirkiyeyê zarokek bi navê Sara Mistefa di mijdara sala 2018 an de li wê deverê kuştin.

Rojhilatê Furatê: Hêzên Tirkiyeyê gundewarên li ser sînor topbaran dike